Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 5 mehên dawî de li navenda bajêr û taxên gundewarî, ji 4 hezar û 408 welatiyan re xizmeta kontrolkirina tenduristiyê cîbecî kir.
Kontrolên tenduristiyê berdewam dikin
Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, ji bo parastina tenduristiya gel, xizmeta kontrolkirina tenduristiyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, personelên Navenda Tenduristiyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, bi taybetî li navenda bajêr û li 13 navçeyên gundewarî, tansiyona welatiyan kontrol kirin, şekirê xwînê pîvan û testên diyarkirina koma xwînê pêk anîn. Ji bilî van, welatiyên ku nexweşiyên wan hatin tespîtkirin, ji aliyê tîmên pispor ve ji navendên tenduristiyê yên pêwîst re hatin şandin.
Di 5 mehan de ji 4 hezar û 408 welatiyan re xizmeta kontrolkirina tenduristiyê
Tîmên Navenda Tenduristiyê, herî dawî li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezanê, di çarçoveya kontrolkirina tenduristiya giştî de, ji welatiyan re pîvandina tansiyon û şekirê xwînê kirin.
Bi vê xebatê re, tîman, di 5 mehên dawî de li navenda bajêr û taxên gundewarî, ji 4 hezar û 408 welatiyan re xizmeta kontrolkirina tenduristiyê peyda kirin.
Tîm bernameyên perwerdeya tenduristiyê li dar dixin
Tîm, bi taybetî ji bo ku welatî di taxên gundewarî de bi hêsanî bigihêjin xizmetên tenduristiyê, ji bilî karên ku li navenda bajêr dikin; pîvandina endeksa girseya laş, testa ducaniyê, pîvandina dirêjahî û giraniya zarokan, û kontrolên tenduristiya dev û diranan dikin, herwiha bernameyên perwerdehiya tenduristiyê jî li dar dixînin.
Şaredariya Bajarê Mezin dê li navenda bajêr û taxên gundewarî xebatên kontrolkirina tenduristiyê û perwerdehiyan bidomîne.