Print this page

Civîna Lijneya Rêveber a Konseya Bajêr pêk hat

Lijneya Rêveber a Konseya Bajêr, bi serokatiya Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Konseya Bajêr Dogan Hatun, civîna xwe ya meha hezîranê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk anî.

Di civînê de, agahdarî li ser xebatên sekretarya û meclîsê hatin dayîn û pêvajoya amadekariyê ya Civîna Asayî ya 31emîn a Konseya Bajêr hate nirxandin.

 

Image Gallery