Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bi muxtarên navçeya Sûrê re hat cem hev û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê bi lez û bez li ser hemû daxwazên ku hatine nivîsandin bixebitin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo zêdekirina beşdariya di rêveberiya bajêr de û guhdarîkirina pêdiviyên taxan, civînên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Di vê çarçoveyê de, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak digel Hevşaredarên Sûrê Fatma Gulan Onkol û Adnan Orhan, bi derdora 100 muxtarên ku li navçeya Sûrê peywirê dikin re, li Salona Civînên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin hatin cem hev. Di civînê de, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBB’ê Zerîn Turk, Alîkarê Midûrê Giştî yê Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), Hevberdevkê Meclîsa DBB’ê Ayhan Karatekin, serokên daîreyan, endamên Komîsyona Têkiliyên Gel a Meclîsê û endamên meclîsê jî amade bûn.
Hevşaredar Bucak spasdarî li muxtaran kir
Hevşaredar Bucak spasiyên xwe ji hemû muxtaran re kir û diyar kir ku ew ê hem li ser budceya salekê, hem jî li ser tiştên ku sala borî hatine kirin û pirsgirêkên heyî yên li taxan biaxivin. Di hevdîtinê de, pirsgirêk, pêdivî û pêşniyarên çareseriyê yên li taxan ji Hevşaredaran re hatin ragihandin û daxwazên muxtaran yek bi yek hatin nivîsandin.
Muxtaran pirsgirêkên xwe anîn ziman
Muxtaran, ji bilî pirsgirêkên wekî lênêrîn û tamîrkirina rêyan, dermanreşandin û paqijiya jîngehê, kontrolkirina firoşkarên gerok, û kêmasiya rawestgehên otobusê, her wiha destnîşan kirin ku li gelek herêman wesayîtên îtfaiyeyê, DÎSKÎ û ambûlansan nikarin têkevin, û ev yek di rewşên awarte de dibe sedema pirsgirêkên giran. Her wiha, qutbûna avê û gihîştina ava vexwarinê ya paqij û gihîştî, goristan, kanalîzasyona li cihên niştecîhbûna nû, çop û hilweşandin, û vekirina bazarên taxan jî hatin rojevê.
'Em bi têgihîştina xizmeta wekhev û dadperwer tevdigerin'
Piştî axaftinên muxtaran, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol diyar kir ku ew ji ber fêmkirina beşdariyê hatine cem hev û ev salek e ku ew li ser van pirsgirêkan nîqaş dikin û di nav hewldanek çareseriyê de ne. Onkol bal kişand ser ku dema li navçeyeke kozmopolît wekî Sûrê xizmetê didin gel, bêyî ku li neteweya kesî binêrin, bi têgihîştineke wekhev û dadperwer tevdigerin û got, "Em xwedî fêmkirineke xizmetkirina takekesî, malbatekê an gundekî nînin. 258 gundên me hene, me 260 hezar metreçargoşe cihê xebatê kiriye. Hevalên me rewşa aborî ya heyî ya li Sûrê ji me çêtir dizanin. Em dizanin ku her muxtar berdevkê taxên xwe ye. Bêguman em di nav perspektîfeke xebatê de ne ku hevdu referans digirin. Em nêzîkî navçeyê dibin bi fêmkirineke jîngehî û dîrokî ya ku Sûrê ji xizaniya kûr û koçberiyê xilas bike û ji cihê xwe ve were veguherandin."
'Em ê sozên xwe bi cih bînin'
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî bal kişand ser ku ew li hemû muxtaran bi awayekî wekhev nêzîk dibin, çi fikr û îdeolojiyek wan hebe jî û got, "Li Sûrê 258 gund hene, wekî Şaredariya Sûrê me deriyê xwe ji tu kesî re negirtiye. Tu gund û taxek ji bo me ji ya din cuda nîne. Di pênc salên pêş de çi soz me dabûn gelê xwe em ê berdewam bikin ku wan bicîh bînin."
Hevşaredar Bucak: Em ê hemû rêyan çêbikin
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî ragihand ku wan hemû pêşniyar û gilî nivîsandine, ew ê wan hemûyan bikin yek û di dema pêş de bi lez û bez li ser wan bixebitin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser ku Sûr ne xwedî îmkan e lê Şaredariya Bajarê Mezin jî erkdar e ku rêyên komê yên 17 navçeyan çêbike û wiha got: "Em dixwazin baş zanibin ku em neçar in ku xebatên asfaltê bi rêyên komê re sînordar bikin. Ne gengaz e ku em têkevin nav gundan. Hefteya pêş ihhaleya asfaltê ya rêyên me yên gundan derdikeve. Çi kêmasî û qusûr hebe em ê hemû rêyên xwe çêbikin. Li navendê jî me demsala asfaltê vekir, me bi Baglarê dest pê kir, em ê derbasî Sûrê bibin. Li ser mijara rêyan dilxweş bin. Derbarê dermanreşandinê de gelek gilî hene. Dermanreşandin didome, me tîmên xwe zêde kirine, dema em hatin dema xebatê 9 meh bû, me ew kir 12 meh. Çi pêwîst be em ê bikin. Têbînîyên me yên li ser otobus û rawestgehan hatine girtin, ligel otobusên nû şofêrên otobusan jî hatine girtin, ew ê li gorî îmkanan werin nirxandin. Ji aliyê paqijiyê ve jî em piştgiriyê didin Sûrê. Ji bo paqijiya zêdetir çi ji destê me tê em ê bikin. Sûr dilê vî bajarî ye, navenda danûstendin, bazirganî û geştiyariyê ye; lewma çi ji destê me tê em ê bikin. Gilîyên we yên derbarê DÎSKÎyê de em ê ragihînin."
Piştî axaftinan, yekîneyên têkildar, DÎSKÎ û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, bersiva rexneyên muxtaran dan.