Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi muxtarên taxên navçeya Yenîşehîrê re hat cem hev û diyar kir ku binesaziya bajêr bi temamî hatiye nûkirin.
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, bi muxtarên navendî û gundî yên navçeya Yenîşehîrê re hat cem hev û li ser pirsgirêkên av, binesazî, veguheztin, rê, bajarvaniya çepûçepal û goristanan ên bajêr danûstandinên ramanan kirin.
Civîna ku li Parka Nev a Taxa Uçkuyu ya navçeya Yenîşehîrê pêk hat, ji bilî Hevşaredar Hatun, Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergun, Sekreterê Giştî yê DBB Emrullah Gorduk, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtar jî beşdar bûn.
‘Em ê para xwe bikin’
Di civînê de Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmet Ergun axivî û anî ziman ku piştî salekê ji bo civîneke nirxandinê hatine cem hev û ji ber beşdariya wan spasiya muxtaran kir. Ergun destnîşan kir ku piştî 8 salan ji têkçûna qeyûman, bi hilbijartinê dîsa hatine ser wezîfeyê û ji bo hemû pirsgirêkên welatiyan, ew ê bi hevkarî bi şaredariyan re para xwe bikin.
Hevşaredar Hatun: Binesaziya bajêr bi temamî hatiye nûkirin
Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Hatun jî diyar kir ku ew bê navber xebatên xwe yên li dijî gelek bêserûberî û neheqiyên di dema qeyûman de kirine didomînin û got, wan li tevahiya bajêr xebatên ava baranê, ava vexwarinê û kanalîzasyonê dane destpêkirin û binesaziya bajêr bi temamî hatiye nûkirin.
‘Me kapasîteya tesîsên paqijkirina avê zêde Kir’
Hevşaredar Hatun diyar kir ku hin xebatên ku hatine kirin nayên dîtin û wiha axivî: “Xebatên binerdê nayên dîtin. Binesaziya Şilbê du sê mehên din jî dê bidome. Boriyên li vir pir kevin in, îmkana kolandina 65 km di yek carekê de tune. Pirsgirêka binesaziyê ya Amedê, beşek ji Baglarê, beşek ji Şilbê, ji boriyên kevin çêdibe. Nifûsa navenda Amedê ya mîlyonek û nîvan boriyên avê yên têr tune. Bajar wek sala borî dîsa di bin avê de namîne. Her wiha me kapasîteya tesîsên paqijkirina avê zêde kirin. Di kanalên me de qet dê astengî çênebe, tu mal dê bê av nemîne.”
‘DÎSKÎ bi kapasîteya tam xizmetê dide’
Hatun bal kişand ser ku daîreyên nû yên serokatiyê hatine damezrandin û destnîşan kir ku ji bo nexweşên çolîak xebat têne kirin û DÎSKÎ bi kapasîteya xwe ya tam xizmetê dide. Hevşaredar Hatun spasiya muxtarên ku beşdarî civînê bûne kir.
Di civînê de muxtaran jî li ser mijarên wekî av, binesazî, veguheztin, rê, bajarvaniya çepûçepal û goristanan daxwazên xwe anîn ziman.