Print this page

Tîma Futbolê ya Mêran a DBB derket lîga amator a herêmî

Tîma Futbolê ya Mêran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), serkeftina xwe ya di Play-Offan de bi şampiyoniyê tacîdar kir û derket Lîga Amator a Herêmî. Hevşaredar Dogan Hatun, ku bû şirîkê şahiya tîmê, diyar kir ku pêdivî ye binesaziya hemû branşên werzîşê bê avakirin.

Tîma Futbolê ya Mêran ku di nava Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Werzîşê de xebatên xwe dimeşîne, serokatiya xwe ya di maçên Play-Offê yên derketina Lîga Amator a Herêmî (BAL) de bi şampiyoniyê tacîdar kir.

Hevşaredar Hatun maç temaşe kir

Tîma Futbolê ya Mêran a DBB, li Tesîsên Werzîşê yên Şîlbeyê bi Kulûba Werzîşê ya Diyarbakir Îdman Yurdu re rûbirû hat. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Serokê Kulûba Amedsporê Burç Baysal, Serokê Federasyona Kulûbên Werzîşê yên Amator a Diyarbekirê (ASKF) Remzi Dayan û endamên rêveberiya wê, Nûnerê Bajarê Diyarbekirê yê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê Mehmet Ali Altindag, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Werzîşê ya DBB Baran Yilmaz, endamên meclîsê û alîgir, maç temaşe kirin.

Tîma DBByê derket BAL’ê

Tîma Futbolê ya Mêran a DBB, li hemberî reqîbê xwe lîstikeke bibandor nîşan da û bi encama 4-0 bi ser ket. Tîma DBBê bi encama 4-0 derket Lîga Amator a Herêmî.

Hevşaredar Hatun pîrozbahî li futbolîstan kir

Hevşaredar Hatun, piştî maçê bû şirîkê şahiya lîstikvanên Tîma Futbolê ya Mêran a DBB yên ku pîrozbahî dikirin. Hevşaredar Hatun ku bi futbolîstan re hat gel hev, ji ber performansa wan pîrozbahî li lîstikvanan kir û serkeftina wan a domdar xwest.

‘Dema hûn bi ser bikevin, gel bi ser dikeve’

Hevşaredar Hatun, berî ku kupa bê pêşkêşkirin axivî û pîrozbahî li kesên ku di serkeftina tîmê de keda wan heye kir û got, “Nêrîna me ya li ser werzîşê zelal e; em nafikirin ku ew tenê ji bo serkeftinekê ye, em difikirin ku werzîş bi xwe jiyan e. Dema ku kedkar bi azadî jiyana xwe bidomînin, ji bo me serkeftina herî mezin ev e. Dema hûn bi ser bikevin, gel bi ser dikeve, bajarê me bi ser dikeve. Em spasiyên xwe pêşkêşî Diyarbakir Îdman Yurdu jî dikin. Ew ne reqîbên me ne, hevalên me ne. Ew jî kedkarên vê qadê ne.”

‘Divê em binesaziya branşên werzîşê ava bikin’

Hevşaredar Hatun diyar kir ku Diyarbekir di serkeftina werzîşê de di rêza 8emîn de ye lê di warê tesîskirinê de di rêza 81emîn de ye û wiha axivî: “Ji bo piştevaniya herî mezin a werzîşê, divê em li vî bajarî tesîsên werzîşê ava bikin. Divê em binesaziya hemû branşên werzîşê ava bikin. Wê demê ew kupa dibe ya bajêr. Şaredarî ya hemû tîman e. Em li Amedê tesîsek 110 donim ava dikin. Piştî îhaleya wê, em ê dest bi çêkirina wê bikin. Kî bixwaze paşeroja ciwan û zarokan ava bike, şaredarî bi hemû saziyên xwe re li cem wan e.”

Kûpaya şampiyoniyê pêşkêşî Hevşaredar Hatun hat kirin

Piştî axaftinê, Nûnertiya Bajar a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê, kûpaya şampiyoniyê li ser navê tîmê pêşkêşî Hevşaredar Hatun kir. Hevşaredar Hatun jî kupa da futbolîstan. Piştî pêşkêşkirina kupayê, Hevşaredar Hatun û futbolîstan govend gerandin.

 

Image Gallery