Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî civîna muxtarên taxên Licê bû û diyar kir ku wan ji bo rêyên taxên gundewar plansazî kirine û dê pirsgirêkan çareser bikin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zêdekirina beşdariya di rêveberiya bajêr de û tespîtkirina pêwîstiyên taxan û çareserkirina wan, civînên muxtaran didomîne. Piştî civînên li navçeyên Yenîşehîr û Sûrê, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li Licê û Pasûrê bi muxtaran re hevdîtin pêk anîn.
Li Licê hevdîtina bi muxtaran re
Hevşaredar Dogan Hatun, li taxa Mumînaxa ya navçeya Licê, li cemxaneyekê bi muxtarên taxan re civînek li dar xist û guh da daxwazên wan. Ligel Hevşaredar Hatun, Hevserokên Şaredariya Licê Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtar beşdarî vê civînê bûn.
Di vekirina civînê de Hevseroka Şaredariya Licê Dîlek Diyar Ozer axivî û spasiya muxtarên beşdar kir û diyar kir ku ew ji bo pêkanîna pêwîstiyên taxan li hev civiyane.
Hevşaredar Hatun: krîza avê dê bi temamî bi dawî bibe
Hevşaredar Hatun di civînê de bal kişand ser hilweşîna 8 salan a qeyûman û pirsgirêkên binesaziyê yên ji ber erdhejê derketine û diyar kir ku tîmên wan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan şev û roj dixebitin. Hatun anî ziman ku Tesîsa Paqijkirina Avê ya bajêr 25 sal berê li gorî nifûsa milyonek û 160 hezar hatiye çêkirin û ev yek îro ji bo bajêr têrê nake. Hatun got ku ew ji bo dabînkirina pêwîstiya ava vexwarinê ya bajêr ji bo 2.5 milyon nifûsê xebatên xwe didomînin. Hevşaredar Hatun axaftina xwe wiha domand: “Ji sala 2016an û vir ve bajêr gelek zû mezin bû, lê li hemberî vê yekê pêşbînî û xebat nehatin kirin. Lê şikir ji Xwedê re, me xwe amade kir û em nêzîkî qedandina van xebatan in. Îsal me bi DÎSKÎ re ji bo çareserkirina krîzê xebitîn, me ji bo navçeyên xwe yên gundewarî budçe veqetand. Heta sala 2026an, dê krîza avê li hemû bajarê me bi temamî bi dawî bibe.”
‘Em ê destekê bidin jiyana gundî’
Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew ê ne tenê pirsgirêkên rê û avê çareser bikin, lê dê xwezayê jî biparêzin û hewl bidin axê dîsa şîn bikin û got, "Em ê jiyana gundî piştgirî bikin û geş bikin. Em ê bixebitin ku gund dîsa bibin cihên jiyanê."
‘Ji bo rêyên gundan plansazî kirin’
Hevşaredar Hatun diyar kir ku wan bi Şaredariya Licê re ji bo rêyên taxên gundewar planên xwe çêkirine û got, "Di 23yê vê mehê de tenderên me yên ji bo navçeyên gundewarî dest pê dikin. Ji sedî 80ê rêyên ku bi rêya we hatine tespîtkirin û dane me, me erê kirin, em ê bikin. Em nikarin her tiştî di carekê de bikin. Em ê beş bi beş bikin. Em ê yên ku herî zêde hewcedar in bidin pêş, paşê em ê hemûyan bikin.”
Muxtaran daxwazên xwe anîn ziman
Muxtar di civînê de axivîn û spasiya Hevşaerdaran kirin. Muxtaran daxwazên xwe yên li ser rê, av, veguhastin, dermanreşandin, binesazî, kanalîzasyon û xebatên paqijkirina derdorê anîn ziman û xwestin ku li taxan çalakiyên çandî û hunerî bên lidarxistin û ji bo ciwanan saziyên perwerdehiyê bên vekirin.
Serdana Şaredariya Licê
Hevserok Dogan Hatun piştî hevdîtina muxtaran, serdana Şaredariya Licê kir. Hevserok Hatun ji aliyê Hevserokên Şaredariya Licê Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de li ser xebatên şaredariyê yên li navçeyê nêrîn hatin guhertin.