Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bi hevserokên Şaredariya Pasûrê re li navçeyê bi muxtarên gundan re civiya û guh da daxwazên wan. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên berhevkirî xebatên xwe bidomînin.
Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina beşdariya di rêveberiya bajêr de û guhdarîkirina pêwîstiyên taxan, civînên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, bi Hevserokên Şaredariya Pasûrê Fatma Ay û Murat Îpek re li navçeya Pasûrê bi muxtarên taxên gundewar re civiya da ku pirsgirêkên wan li cî guhdarî bike û çareseriyan pêş bixe. Di civîna ku li Şaredariya Pasûrê hat lidarxistin de, ligel hevserokan, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtarên taxên gundewarî jî amade bûn.
Muxtaran di civînê de daxwazên xwe di gelek mijaran de anîn ziman, ji kêmasiya avê ya li gundan bigire heta pirsgirêkên veguhastinê, ji parkên zarokan heta xizmetên taziyê. Muxtaran daxwazên wekî berfirehkirina rêyên gundan, rijandina hûrdeber û asfaltkirinê, tamîrkirina piranên xisar dîtî, pêwîstiya çêkirina rê ji ber ku tankerên avê nikarin bigihîjin depoyên avê, daxistina rampayan ji bo ewlekariya rêyên gundan, û xebatên lênêrîn, tamîrkirin û asfaltkirina rêyên komê anîn rojevê. Muxtaran her wiha pêşniyar kirin ku civînên bi vî rengî zêdetir bên kirin.
Hevşaredar Bucak: Beriya zivistanê rêyên komik dê xilas bibin
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa rêyên Pasûrê ku ji ber şert û mercên erdnîgarî û neyîniyên ji ber pevçûnan derketine holê, ji navçeyên din xirabtir in û got: "Em ê girêdana rêyên komik bi hev re lêkolîn bikin, lê beriya zivistanê dê rêyên komik ên Pasûrê bi dawî bibin."
‘Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên berhevkirî xebatên xwe bidomînin’
Hevşaredar Bucak bang li muxtaran kir ku di mijara abonetî û qaçaxçîtiyê de alîkariya DÎSKÎ bikin û ji bo çareseriyeke dadperwer hevkariyê bikin. Bucakê destnîşan kir ku pirsgirêka avê ne tenê li Pasûrê, lê li Hezro, Farqîn û navçeyên din jî heye.
Hevşaredar Bucak anî ziman ku dewletê Amed û gundên wê 30 sal in jibîr kiriye û wiha axivî: "Niha di 14 mehan de, di carekê de hemû pirsgirêk çareser nabin. Di heman demê de ne mimkûn e ku em pirsgirêka ava hemû gundan çareser bikin. Divê her kes têgihîştina xwe biguherîne. Pirsgirêkên me yên pirjimar hene, ji personelê bigire heta wesayîtan, gelek pirsgirêkên me ji ber astengkirina dewletê hene. Em dixwazin li sêgoşeya Licê, Pasûr, Karazê stasyonek çopê ava bikin, lê tê astengkirin. Lê em ê nesekinin, em ê bixebitin. Em ê çi dibe bila bibe vê yekê çareser bikin. Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên berhevkirî xebatên xwe bidomînin."
Serdana Şaredariya Pasûrê
Hevşaredar Bucak piştî civînê serdana Şaredariya Pasûrê kir. Hevserokên Şaredariya Pasûrê Fatma Ay û Murat Îpek, Hevserok Bucak li ber deriyê avahiya şaredariyê pêşwazî kirin. Hevşaredar Bucak derbasî avahiya xizmetê ya şaredariyê bû û bi Ay û Îpek re hevdîtinek pêk anî.
Hevşaredar Bucak, ku derbarê xebatên li navçeyê de agahî girt, ji Ay û Îpek re kulîlk pêşkêş kir û di wezîfeya wan de serkeftin xwest.
Â