Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, ku li Farqînê bi muxtaran re civiya, destnîşan kir ku ew ji cihekî ku pirsgirêkan dibîne tevgeriyan û nexşerêyek amade kirin û got, "Berpirsiyariyek me heye ku em aştiya civakî di xizmetguzariyan de jî ava bikin."
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têgihiştina xwe ya ku beşdariya di rêveberiya herêmî de esas digire, hevdîtinên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Armanc ew e ku bi civînên li navçeyên cuda yên bajêr, pêwîstiyên taxan li cih bên tespîtkirin û çareser bibin.
Di vê çarçoveyê de, Hevşaredarên Bajarê Mezin, piştî hevdîtinên muxtaran li navçeyên Sûr, Yenîşehir, Pasûr û Licê, vê carê li Farqîn û Çêrmûgê bi muxtaran re civiyan.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, bi Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadri Esen re, bi muxtarên ku li navçeya Farqînê wezîfedar in re civiya. Civîn li Salona Civînên Meclîsa Şaredariya Farqînê pêk hat û muxtarên taxan eleqeyeke mezin nîşan dan.
Hevşaredarên Farqînê diyar kirin ku ew ê bi hevgirtinê hewl bidin ku ji rêze pirsgirêkên wekî xerabûn, pirsgirêkên heyî, kêmasî û tiştên ku divê bên kirin re çareyek bibînin.
Hevşaredar Bucak: 14 meh in Farqîn tenê nehîştine
Hevşaredar Serra Bucak, ku di civînê de axivî, bi bîr xist ku ew cara duyemîn e ku li Farqînê bi muxtaran re dicivin û got, "Serdanên me yên gundan, serdanên me yên di derbarê DÎSKÎ û rê de hebûn. 14 meh in ku me bi wesîleyên cuda Farqîn tenê nehîştiye. Şaredariya Farqînê û tîmên me bi cidiyet xebatên der barê rê, dermanreşandin û DÎSKÎ de dimeşînin. Bêguman kêmasiyên me hene, lê butçe û personel jî tune ku bersivê bide pirsgirêkên 17 navçeyan."
Hevşaredar Bucak diyar kir ku wan bi têgihiştineke adil û ji cihekî ku pirsgirêkên pêşîn dibîne, nexşerêyek amade kirine û bi taybetî jî diyar kir ku ew ji pirsgirêka avê ya li taxên gundan agahdar in û di vê çarçoveyê de xebatan dimeşînin.
'Aştiya civakî em hewl didin di xizmetguzariyan de jî ava bikin'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku DÎSKÎ ji bo pêkanîna projeya Tesîsa Paqijkirina Avê û xeta torê ya kanalîzasyon û ava baranê li Farqînê hewldanên mezin dide û ragihand ku ew ê di payîzê de projeya kanalîzasyon û ava baranê ya 177 kîlometre dirêj pêk bînin û herwiha xebata sondaj û depoyê jî bidin destpêkirin. Hevşaredar Bucak diyar kir ku li wan deveran 15 hezar kes hene, av dikare pêwîstiya 95 hezar kesan peyda bike, lê ji ber avdana çandiniyê û diziyê, av berî ku bigihîje gundên cîran winda dibe û wiha got: "DÎSKÎ ji bo vê windabûnê jî têkoşînê dide. Di heman demê de berpirsiyariyek me heye ku em aştiya avê pêk bînin, hevgirtina di navbera gundan de pêk bînin û aştiya civakî di xizmetguzariyan de jî ava bikin. Em di vî warî de ji muxtaran têgihiştinê hêvî dikin."
'Sala bê em ê bi têgihiştina beşdariyê plan bikin'
Hevşaredar Bucak, ku behsa xebatên xwe kir, got, "Eger kêmasî, şaşfêmkirin hebin, em ê li vir rast bikin. Sala bê em ê bi we re bi têgihiştina beşdariyê plan bikin."
Muxtaran anîn ziman ku pirsgirêkên sereke yên navçeyê binesazî, av û rê ne. Muxtaran daxwaz kirin ku kêmasiyên di nav sînorên îmkanan de bên bicihanîn û herwiha daxwazên avakirina park û baxçe, asfaltkirin û dermanreşandin, û avakirina pirtûkxaneyê ji bo navçeyê anîn ziman.
Â