Print this page

Hevşaredar Hatun li Çêrmûgê bi muxtaran re civiya

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi muxtarên taxên navçeya Çêrmûgê re hat cem hev û diyar kir ku ew ê pirsgirêkên li navçeyan çareser bikin.

Hevdîtinên muxtaran ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Bi Gel Re ya Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo tespîtkirina pêwîstiyên taxan û hilberandina çareseriyan têne organîzekirin, li Çêrmûgê berdewam kirin. Di civîna ku li Çemê Sînagê yê navçeya Çêrmûgê hat lidarxistin de, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtar beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: DÎSKÎ di 10 rojan de mudaxeleyî 3 hezar û 400 cihî kir

Hevşaredar Hatun, di vekirina civînê de axivî û bal kişand ser kêmasiyên avê yên giran ên sala borî û diyar kir ku pirsgirêkên li navenda bajêr bi piranî hatine çareserkirin û di heyama bê de ew ê balê bikişînin ser pirsgirêkên binesaziyê yên navçeyên gundewar. Hevşaredar Hatun, anî ziman ku hejmara mudaxeleyên DÎSKÎ ji bo arizeyan di navbera 30’ê Gulanê û 12’ê Hezîrana 2025’an de gihîştiye 3 hezar û 400’an û got, “Ev hêzek e, ev îradeyek e û performansa xebatê ya 24 saetan e, bi şev û roj. Di 10 rojan de kapasîteya me heye ku em mudaxeleyî 3 hezar û 400 cihan bikin, lê mixabin hîn jî em nagihîjinê. Tenê daxwazek ji we heye. Tenê hinekî sebir bikin.”

Hevşaredar Hatun, bi bîr xist ku DÎSKÎ bi neçarî beşa herî mezin a butçeya xwe ya sala 2025’an ji bo navenda bajêr veqetandiye û diyar kir ku kêmasiyên li navenda bajêr hatine çareserkirin û butçeya DÎSKÎ ya sala 2026’an ji bilî hin xercan, tevahiya wê ji bo 13 deverên gundewar wê bê veqetandin.

'Projeya binesaziyê ya mezin ji bo Erxenî û Farqînê'

Hevşaredar Hatun diyar kir ku ew ê pirsgirêkên navçeyan bi awayekî mayînde çareser bikin û ragihand ku amadekarîya projeyê ji bo binesaziya ava vexwarinê, kanalîzasyon û ava baranê ya navçeyên Erxenî û Silîva, bi piştgiriya alîkariya bêveger a ji Japonyayê hatî wergirtin, temam bûne. Hevşaredar Hatun got, “Îhaleya projeyê wê di demeke kurt de bê kirin û xebat wê dest pê bikin. Bi vî awayî em ê bêyî ku bar li butçeya DÎSKÎ bikin, pirsgirêka binesaziyê ya du navçeyên me yên mezin çareser bikin.”

'Rêyên xwe nû dikin'

Hevşaredar Hatun, ku bal kişand ser xebatên rê jî, destnîşan kir ku heta binesazî temam nebe asfaltkirin nayê kirin û got, “Ji bo ku karekî du caran nekin, salekê me sebir kir. Niha em rêyên komê û rêyên nav bajêr nû dikin. Li navçeya Rezan me dest bi asfaltkirinê kir, ji bo 500 kîlometre rêya komê îhaleyan dikin.”

Daxwazên Muxtaran

Muxtaran jî di civînê de axivîn û daxwazên rê, av, rêkûpêkkirina park û baxçeyan, çîtgirtina derdora goristanan, û avakirina xaniyên sersaxiyê yên nû kirin.

Muxtaran, anîn ziman ku DÎSKÎ bi pirsgirêkên wan re eleqedar dibe û spasiya xwe anîn ziman.

 

Image Gallery