Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo parastina hewza ava vexwarinê ya bajêr, seferên ferîbotan ên li ser Gola Barajê ya Dîcleyê rakir. Piştî biryara qedexekirina xebitandina wesayîtên bi sotemeniya fosîlî li ser golê, ji bo ku tu kes mexdûr nebe, seferên otobusan li ser xeta Gêl-Qelecixê hatin destpêkirin.
Bi biryara ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibû girtin, ji bo pêşîlêgirtina qirêjbûna Hewza Dîcleyê ya ku pêdiviya ava vexwarinê ya navenda bajêr dabîn dike, bikaranîna wesayîtên bi sotemeniya fosîlî li ser Gola Barajê ya Dîcleyê hate qedexekirin. Di vê çarçoveyê de, seferên ferîbotan hatin rawestandin.
Piştî vê biryarê, Serokatiya Daîreya Gihandianê dest bi kar kir û ji bo gihandina ewle û bênavber a welatiyan, seferên otobusan xistin dewreyê. Otobusa ku dê di navbera Gêl û Qelecixê de xizmetê bike, ji îro pê ve dest bi seferên xwe kir.