Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) bi heyecan û coşa zarokan Roja Şanoya Gerok a Zarokan da destpêkirin.
Serokatîya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî, ji bo zarokên li navçeyan û taxên ku di gihîştina çalakiyên çandî û hunerî de zehmetiyan dikişînin, 2. Roja Şanoya Gerok a Zarokan organîze kir. Vê çalakiyê îro bi merasîmekê dest pê kir.
Koma Mordem Sanat, Mavî Mask û Sosyal Oyun Sokakta (SOS) ku li pêş Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hatin ba hev, bi zarokan re ber bi Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ve meşiyan ku vekirina çalakiyê li wir hat lidarxistin.
Zarokan bi dilşadî kêf kir
Koman, ku bi stran û dansan meşiyan û dîmenên rengîn derxistin holê, zarokên ku li ser rê rastî wan hatin jî tevlî kortejê kirin. Di vekirina ku gelek zarok bi malbatên xwe re beşdar bûn de, zarokan bi performansên lîstikvanan re reqisîn, stran gotin û bi dilşadî kêf kirin.
'Ronahiya çavên zarokan em gelekî dilxweş kirin'
Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş, di vekirinê de axivî û diyar kir ku ronahiya çavên van zarokên bedew û şîrîn ew pir kêfxweş kiriye û heyecan daye wan. Taşê got, "Piştî şeş salan em heyecana civîneke wiha li vê qadê dijîn." Yaş, zarokan ji ber roja karnê pîroz kir û spasiya hemû malbat û zarokên ku beşdarî Rojên Şanoya Gerok a Zarokan bûn kir. Yaş anî ziman ku çalakiyên şanoyê wê 5 rojan li navçeyan berdewam bikin û zarok wê bi lîstikan kêf bikin.
Rojên Şanoyê 5 rojan derdewam dikin
2.Rojên Şanoya Gerok a Zarokan wê heta 25ê Hezîranê bidomin. Di 2. Rojên Şanoya Gerok de, ku yekem car di sala 2019an de hatibû lidarxistin û piştî tayînkirina qeyûm nehatibû lidarxistin, lîstikên bi zarokên bi Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî re wê werin pêşkêşkirin.
Di Rojên Şanoyê de; Şanoya Bajêr a Amedê, ŞanoWan, Navenda Hunerê ya Zarokan, Tiyatroba, Golge Sahne, Nîsk Huner wê lîstikên xwe yên bi navê "Mîrza û Keybanû", "Vewremerdim", "Nîsko", "Daristana Me", "Hirço û Mozmozik" û "Sê Ezezok" pêşkêş bikin.
Rojên Şanoyê; wê 5 rojan li navçeyên Gêl, Licê, Karaz, Pîran, Pasûr, Çermûg, Çanguş, Bismil, Çinar, Hênê, Erxanî, Hezro û Farqînê berdewam bikin. Lîstikên şanoyê wê her roj li sê navçeyên cuda, di parkan de saet 19.00an de werin pêşkêşkirin.