Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên li navçe û taxên gundewar ên ku zehmetiyê dikişînin bigihîjin çalakiyên çand û hunerî, 2. Rojên Şanoya Zarokan a Gerok li Licê, Gêlê û Karazê li dar xist.
Di çarçoveya 2. Rojên Şanoya Zarokan a Gerok de ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve hatibû organîzekirin, li Licê, Karazê û Gêlê zarokan derfeta temaşeya lîstikên şanoyê dît. Li navçeyan komên jonglêran kortej çêkirin, zarok xistin nav meşê û vexwendin lîstikê.
Li Licê lîstika Nîsko hat lîstin
Li navenda Licê, lîstikvanan zarok berhev kirin û bi çepik û stranan bi wan re heta Parka Medenî Yildirim meşiyan. Li parkê, lîstika Nîsko ku ji aliyê Koma Golge Sahne ya ji Stenbolê hatibû, hat nîşandan.
Koma Jonglêr derkete pêşberî zarokan
Li Taxa Katînê ya gundewar a navçeya Karazê jî koma SOS Jonglêr derkete pêşberî zarokan. Zarokên ku ji bo çalakiyê hatibûn cem hev, bi dilxweşî kêfxweş bûn.
Li navçeya Gêlê jî zarokên ku li Parka Meydanê civiyabûn, pêşandana koma jonglêr a Mavi Mask û lîstika Kirmancî ya bi navê Vewremendin ku ji aliyê Navenda Hunerên Zarokan a Diyarbekirê ve hatibû lîstin, temaşe kirin.
‘Pêkanîna vê çalakiyê gelekî qenc bû ku dilê zarokan şad kir’
Zarok û dêûbavên ku beşdarî Rojên Şanoya Zarokan a Gerok li Licê bûn, kêfxweşiya xwe ji çalakiyê anîn ziman. Eva Huseyînoglu, yek ji zarokan, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir ku vê ew gelekî kêfxweş kirine. Berfîn Atagul, yek ji dêûbavan jî, anî ziman ku ew spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Licê dikin û got, “Çalakiyeke wiha ji bo zarokan gelekî xweş û hêja ye. Pêkanîna vê çalakiyê gelekî qenc bû ku dilê zarokan şad kir. Bi taybetî giringiya ku didin hunerê û bi giştî şanoyê gelekî baldar û girîng e. Li navçeya me berê çalakiyên bi vî rengî nedibûn, çalakiyeke wiha hem ji bo me hem jî ji bo zarokan gelekî baş bû.”
‘Çalakiyeke bêkêmasî ye’
Elîf Eser, yek ji zarokan jî got, “Ger çalakiyên wiha pir caran bibin, em ê bêtir kêfxweş bibin. Ez spasiya wan dikim ku me kêfxweş kirin. Ji ber ku em ketine betlaneyê, ev çalakiyeke bêkêmasî bû.”
Rojên Şanoyê dê bidomin
Rojên Şanoyê dê li navçeyên Pîran, Pasûr, Çermûg, Çingûş, Bismil, Çinar, Hênê, Erxenî, Hezro û Farqînê bidomin. Lîstikên şanoyê dê her roj di sê navçeyên cuda de, li nav parkan saet di 19:00’an de bêne lîstin.