Print this page

Hevşaredar Hatun: Çiqas çapemenî azad be, civak jî ew qas azad dibe

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî kongreya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê bû û got, "Çiqas çapemenî azad be, civak jî ew qas azad dibe."

Kongreya Asayî ya 3. ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Ligel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnameger beşdarî vê kongreyê bûn.

Hevşaredar Hatun: Em zanin hûn çawa ked didin

Di vekirina kongreyê de Hevserok Dogan Hatun axivî û diyar kir ku di bûyerên pir giran de bar dikeve ser milên çapemeniyê û got, "Çi alozî be, çi asayî be, kîjan bûyer be bila bibe, rojnameger vê yekê bi gel re parve dikin û bi rêya çapemeniyê tînin mala gel. Niha em di pêvajoyeke pir girîng de ne. Her peyvek wateya wê heye, her gotinek girîng e. Ev bandor li ser civakê, bandor li ser rêxistinan, bandor li ser hêzên aborî heye. Dema ku rastî derdikeve holê, carinan dibe ku ji bo her kesî ne xweş be. Yên xirab, dema ku bi hêz dibin, her tim dixwazin xerabiyên xwe veşêrin. An jî qenciyê ji gel û civakê veşêrin. Destê we sax be ji bo keda we. Em dizanin hûn çawa ked didin. Em şahidê kedên we ne. Lê ligel vê yekê, pêwîstî bi keda zêdetir heye. Em dizanin ku eger çapemenî rexne neke, eger çapemenî azad nebe, em nikarin pêş bikevin. Em her tim dibêjin; bila çapemenî azad be, bila raman û rexneyên xwe her dem li hemberî her kesî bike. Çiqas çapemenî azad be, civak jî ew qas azad dibe."

Hevşaredar Hatun di kongreyê de endamên rêveberiya komeleyê yên nû hatin hilbijartin pîroz kir û ji wan re serkeftin xwest.

 

Image Gallery