Sehneyên şanoyê ji bo zarokan li Pîran, Pasûrê û Çermûgê hatin danîn

Di çarçoveya "2. Rojên Şanoya Zarokan a Gerok" de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li gund û navçeyên wê tê lidarxistin, li Pîran, Pasûr û Çermûgê lîstikên şanoyê derketin pêşberî zarokan û komên jonglêran jî derketin ser dikê.

Rojên Şanoya Zarokan a Gerok a Duyemîn, ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ya girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve ji bo zarokên li navçe û taxên gundewarî yên ku zehmetiyê dikişînin bigihîjin çalakiyên çandî û hunerî, hatiye organîzekirin, roja xwe ya sêyemîn didomîne. Navendên îro yên Rojên Şanoya Zarokan a Gerok navçeyên Pasûr, Pîran û Çermûgê bûn.

Lîstikên şanoyê hatin lîstin

Li Parka Sûtçû Îmam a Çermûgê, lîstika Nîsko û komeke jonglêran (hunermendên sîrkê) ya ji 8 kesan pêk dihat; li Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê ya Pîranê, lîstika Vewremerdim û komeke jonglêran a ji 6 kesan pêk dihat, li Parka Turgut Ozal a Pasûrê jî lîstika Mîrza û Keybanû û komeke jonglêran a ji 9 kesan pêk dihat, derketin pêşberî zarokan. Di çalakiyên li navçeya Pasûrê de, Hevşaredarên Navçeyê Fatma Ay û Murat Îpek jî bi zarokan re bûn şirîkê şahiya wan.

Bi sedan zarok tevlî çalakiyan bûn

Komên jonglêran li navendên navçeyan geriyan û bi zarokan re derbasî parkên ku dê çalakî lê bên lidarxistin, bûn. Bi sedan zarokên ku lîstikên şanoyê û performansên komên jonglêran temaşe kirin, hem kêf kirin hem jî cara yekemîn derfeta naskirina şanoyê dîtin.

Dê Rojên Şanoya Zarokan a Gerok bidomin

Rojên Şanoya Zarokan a Gerok dê li navçeyên Çingûş, Bismil, Çinar, Hênê, Erxenî, Hezro û Farqînê bidome. Lîstikên şanoyê dê her roj di saet 19.00’an de li parkên sê navçeyên cuda bên lîstin.

 

Image Gallery