Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo baştirkirina veguhestina bajêr gaveke girîng avêtiye.
Seferên otobusan yên xeta Gêl-Ameniyê hatin zêdekirin
Piştî betalkirina seferên ferîbotan ên li ser Gola Bendava Dîcleyê bi mebesta parastina hewza ava vexwarinê ya bajêr, ji bo ku welatî mexdûr nebin, seferên otobusan ên li ser xeta Gêl-Ameniyê hatin zêdekirin. Seferên ku di destpêkê de 3 roj hatibûn plankirin, li ser daxwazên zêde, her rojên hefteyê dê bên kirin.
Xeta otobusê ya nû "CE1" kete ber xizmetê
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bersivdayîna pêwîstiyên veguhestinê yên welatiyan ên wekî nexweşxane, perwerdehî, tenduristî û bazirganiyê, xetek otobusê ya nû bi koda "CE1" xistiye ber xizmetê. Di vê xetê de 2 otobus dê kar bikin ku rêzên wan 2+2 ne û cîhê bagajê jî heye.
Rêya xeta CE1 wiha ye:
•Hola Kevin
•Îstasyon
•Ofîs
•Koşuyolu
•Batikent
•Bulvara Turgut Ozal
•Tesîsler
•Kolana Dîclekent
•Çaryana Medyayê
•Çaryana Dinyayê
•Daristana Bajarî ya Mezopotamyayê
•Paqijkirina Ava Dîskî
•Girtîgeha Tîpa D
Serokatiya Daîreya Veguhestinê xebatên xwe didomîne da ku welatî bi ewle, rehet û konfor veguhestina xwe pêk bînin.
Â