Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Osloyê beşdarî Lûtkeya Lîderan a CEMR û Civîna Komîteya Siyasî bû.
Hevşaredar Bucak, bi serokatiya Cîgirê Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Zeydan Karalar, û bi heyetekê ku ji Endamên Heyeta Neteweyî û Rêveberên TBB pêk dihat, beşdarî Lûtkeya Lîderan û Civîna Komîteya Siyasî ya Konseya Şaredarî û Herêman a Ewropayê (CEMR) bû, ku li paytexta Norwêcê Osloyê hat lidarxistin û du rojan dom kir.
Di roja yekem a lûtkeyê de, di rûniştina bi sernavê "Rola CEMR'ê di Hawîrdora Jeopolîtîk a Guherbar de" de, meseleyên hiqûqî û darayî yên CEMR'ê, her weha astengiyên ku rêveberiyên xwecihî û parêzgehan di hawîrdora jeopolîtîk a ku di salên dawî de her ku diçe bêîstîqrar dibe de rû bi rû ne, hatin gotûbêjkirin. Di rûniştinê de li ser mijarên wekî parastina nirxên demokratîk, xurtkirina rêveberiyên herêmî û girîngiya hevkariya navneteweyî di navbera beşdaran de danûstandina nêrînan hat kirin.
Herwiha di civînê de, ji aliyê rêberên herêmî ve li ser mijarên çawa li hember paşveçûna demokratîk bisekinin, saziyên demokratîk çawa bihêz bikin û mafên welatiyan çawa misoger bikin nirxandin û pêşniyar hatin pêşkêşkirin.
Â