Di çarçoveya 2. Rojên Şanoya Gerok a Zarokan de ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû lidarxistin, bi sedan zarokên ku parkên Çinar, Bismil û Çingûşê tije kirin, bi lîstikên şanoyê û pêşandanên komên jonglêran kêfxweşiyeke mezin jiyan.
Rojên şanoya gerok didome
2.Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ku ji aliyê Şanoya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ji bo zarokên li navçe û taxên ku nikarin xwe bigihînin çalakiyên çand û hunerî hatibû organîzekirin, roja xwe ya çaremîn de berdewam kir. Çalakiyên îro yên Rojên Şanoya Gerok a Zarokan ji bo zarokên Çinar, Bismil û Çingûşê hatin pêşandan. Hevşaredarên Çinarê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu jî beşdarî çalakiyan bûn û bi zarokan re kêfxweş bûn.
Zarokan dilxweşîya xwe jiyan
Koma jonglêr a 6 kesan ku li kolanên navçeya Çinarê geriya, bi zarokan re çû Parka Nûjiyan a Çinarê. Zarokan, lîstikên Mîrza û Keybanû yên Koma Stenbolê û Hirço û Mozmozik yên Mavî Maske, her weha performansa koma jonglêran bi eleqeyek mezin temaşe kirin û demên xweş derbas kirin.
Li baxçeyê Navenda Çandê ya Çingûşê jî koma jonglêr Sosyal Oyun Sokakta bi zarokan re hat cem hev. Zarokan bi pêşandanên koma jonglêran dilxweşîya xwe jiyan.
Li Baxçeyê Gel ê Bismilê jî lîstika bi navê Daristana Me ya Koma Tiyatroba û pêşandana koma jonglêr ji bo zarokan hat pêşandan. Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn û bi sedan zarok û dêûbavên wan çalakî temaşe kirin.
'Min nedigot qey ew qas xweş be'
Zarok û dêûbavên ku li Bismilê lîstika şanoyê û pêşandana jonglêrê temaşe kirin, xwestin ku çalakiyên bi vî rengî ji bo zarokan bidomin.
Bahoz Heval Argiş, yek ji zarokên ku hatibû temaşekirina şanoya gerok, diyar kir ku di destpêkê de nefikirîbû ku were vir û got, “Paşê gotin ku li vir şano heye. Me ji dê û bavê xwe re got em herin şanoyê. Piştre em hatin vir. Min nedigot qey ew qas xweş be. Pir xweş e. Gelekî spas dikim.”
Muhammed Alî Ozdaş, yek ji zarokan, diyar kir ku çalakî pir xweş bûye û got, “Her kesî ev çalakî eciband. Ji bo hestiyariya jîngehê jî ji bo ku her kes bibe ferdekî hestiyar, çalakiyeke xweş bû. Ez gelek spasiya kesên ku ev çalakî li dar xistine dikim. Spasiyeke taybetî jî ji bo şaredariya me.”
Dîlara Tanrikulu, yek ji zarokan, aşkere kir ku wê çalakî pir ecibandiye û xwest ku çalakiyên bi vî rengî bidomin.
'Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî zêde bibin'
Leyla Kutlay, ku bi zarokên xwe re hatibû şanoya gerok, spasiya şaredariya ku çalakî li dar xist kir û wiha got: “Şanoya Zarokan a Gerok ji bo zarokên me pêwîst bû. Zarokên me Kurdî diaxivin lê ji bo wan tiştek tunebû. Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî zêde bibin. Çi lîstik be, çi çîrok be, em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê, bi çanda xwe mezin bibin.”
Welatî Ozlem Şeyda Yildiz jî diyar kir ku wê ev çalakî li ser malpera Şaredariya Bajarê Mezin dîtiye û got, “Ji bo ku em zarokên xwe şa bikin, em hatin vir, ji bo ku ew bextewar bibin. Em gelek spasiya şaredariya xwe dikin ku çalakiyên bi vî rengî li dar dixe.”
Dê rojên şanoya gerok bidome
Rojên Şanoya Gerok a Zarokan dê li navçeyên Hênî, Erxanî, Hezro û Farqînê bidome. Lîstikên şanoyê dê di saet 19.00’an de li parkên navçeyan bên pêşandan.