Print this page

Beşek ji bulvara Dîclekentê dê 4 rojan ji trafîkê re bê girtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên hilweşandina avahiyên ku di erdheja navenda Mereşê de zirarên giran dîtibûn de, dê beşek ji Bulvara Dîclekentê ya navçeya Kayapinarê 4 rojan ji trafîkê re bigire.

Navenda Koordinasyona Veguhastinê (UKOME), ji ber hilweşandina avahiya xerabûyî biryar da ku beşek ji Bulvara Dîclekentê ya navçeya Kayapinarê (Ji Tesîslerê Heta Parkormanê) di navbera 26-30'ê Hezîranê de ji trafîkê re bê girtin.

Rêgeha alternatîf

Di dema ku cade ji trafîkê re girtî be, ev rêya alternatîf dikare bê bikaranîn: "Wesayîtên ku Bulvara Dîclekentê ji Bulvara Rihayê bi kar tînin, dê karibin ji Kolana 206 berdewam bikin."

 

Image Gallery