Print this page

Hevşaredaran vekirina Tesîsên Civakî yên Fîskayayê pêk anîn

Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, vekirina Tesîsên Civakî yên Fîskayayê pêk anîn û ew xiste ber xizmeta gel.

Şaredariya Bajarê Mezin, Tesîsên Civakî yên Fîskaya ku li navçeya Yenîşehîrê ne, nû kir û xist ber xizmeta gel. Ji bo vekirina tesîsa ku Dîmena Geliyê Dîcleyê, Sûlava Fîskaya û Baxçeyên Hevselê jê tên dîtin, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, hevşaredarên şaredariyên navçeyan, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gulşen Ozer, endamên meclîsê û welatî beşdar bûn.

Hevşaredar Hatun: "Budçeya xwe ji gel re veqetînin"

Di vekirina Tesîsên Civakî yên Fîskaya de, Hevşaredar Hatun axivî û bal kişand ser krîza aborî û xwest ku di xizmetên ku tên kirin de berjewendiya welatiyan were parastin. Hevşaredar Hatun got: "Wekî ku hûn jî dizanin, li gelek bajaran, heta li gelek dewletan krîza aborî heye. Li gelek deveran di navbera dewletan de şer hene û gelek dewlet piraniya budçeya xwe ji bo şer vediqetînin. Kes budçeyê ji bo aboriya gel venaqetîne. Em tiştekî wisa qebûl nakin. Dema gel di asta birçîbûnê de ye, şer ji bo me ne mijara nîqaşê ye. Ji ber ku saziya me, ji roja damezrandina xwe ve, her tim ji bo aştiyê peyivî ye û gav avêtiye. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya destpêkirî ji bo hemû gelan bibe aştiyeke bi rûmet û paşeroja tevahiya cîhanê xilas bike. Ev serdema ku em tê de ne, serdemeke dijwar e. Divê em çareseriyê bi hev re bifikirin. Çareseriya krîza aborî çi ye? Dema ev nîqaş neyê kirin, çareserî jî çênabe. Em bang li rayedar û siyasetmedaran dikin: Ji îro û pê ve budçeya xwe ji gel re veqetînin, ne ji şer re. Gel di asta birçîbûnê de ye, divê çareserî ji bo vê were nîqaşkirin."

"Xizmeta ku tê kirin ji bo gel e"

Hevşaredar Hatun diyar kir ku ji roja ku dest bi kar kirine ve ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi mesaiyeke zêde dixebitin û got: "Ev salek û du meh e em li serê şaredariyê ne. Gelek pirsgirêkên mezin hene û ev pirsgirêk tên çareserkirin. 24 saetan em li qadê ne, bi hemû hevalên xwe re li ser kar in û ji bo çareseriyê xebatan dimeşînin. Biha zêde ye li sûkê, em vê bihabûnê qebûl nakin. Li hemberî vê çareserî çi ye? Çêkirina cihên xwarin û vexwarinê li gorî budçeya gel. Ev ji bo gel e. Ji bo ku gel bikaribe li ser piyan bisekine. Ji bo ku aboriya wî têrê bike. Berê jî me sê Xwaringehên Gel vekirin. Me ev jî wekî tesîsek amade kir. Ew li hemberî yên ku xwarin û vexwarinê di nav gel de pir biha difiroşin, wekî alternatîfek radiweste."

Bang li esnafên Amedê

Hevşaredar Hatun bang li esnafên Amedê kir û got: "Ey esnafên Amedê! Yên ku cihên we yên xwarin û vexwarinê hene. Destê xwe deynin ser wijdana xwe, tenê xwe na, gelê xwe jî bifikirin. Dema gel di asta birçîbûnê de ye, dewlemendiya we qirêjî ye. Ev bajar xwediyê dîrokeke 12 hezar salî ye û tu car tu kes li vir di asta birçîbûnê de nejiyaye, ji ber ku piştgirî hebû. Em dizanin, krîza aborî pir giran e lê li gorî urf û adetê gel her tim li hev xwedî derketiye. Em van bînin bîra xwe. Tu kolana me cîranê xwe birçî nehiştiye. Di rewşa me ya îroyîn de mixabin êdî haya cîran ji cîranî nemaye. Cîran birçî ye lê cîranê wî bêxeber e. Ev di çanda me de nîne. Divê em li gel û çanda xwe xwedî derkevin. Ger ev çanda me ji destê me biçe, jiyana me ya bi rûmet jî ji destê me diçe. Dem ne dema keysxwaziyê ye. Dem dema xwedîderketina li hev e."

"Niyeta me zêdekirina van cihan e"

Hevşaredar Hatun diyar kir ku tesîsa civakî ya şaredariyê cihê hevdîtina gel e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Bi taybetî xwendekar û gel nikarin debara xwe bikin. Ev der ji bo we hate çêkirin. Dê xizmeteke paqij, erzan û xweş were dayîn. Niyeta me ew e ku em cihên bi vî rengî zêde bikin."

Tesîs hate vekirin

Paşê, Hevşaredar Bucak û Hatun, bi birîna rîbonê, vekirina Tesîsên Civakî yên Fîskayayê pêk anîn. Hevşaredar li tesîsan geriyan û bi welatiyan re sohbet kirin.

Tesîsên Civakî yên Fîskayayê

Di tesîsên civakî de ku li navçeya Yenîşehîrê ye û demek berê ketibûn ber tamîratê, di gelek qadan de xebatên nûkirinê hatin kirin, ji binesaziyê bigire heta mobîlyayan, ji peyzajê bigire heta terasên seyranê. Tesîsa ku xwedî qadeke berfireh e, di nav xwe de 170 metrekare qada kompozîtdeck, 60 metrekare teraseke cam, cihên bêhnvedanê, sûlav, kafe û terasên seyranê dihewîne.

Tesîsa ku hatiye sêwirandin ku di heman demê de ji 300 kesan re xizmet bike, dê bi 15 personelî xizmetê bide. Terasên seyranê ku dîmeneke bêhempa pêşkêşî mêvanan dike, dê belaş xizmetê bidin. Di kafeya di nav tesîsê de, xwarin û vexwarin bi bihayên maqûl ji welatiyan re tên pêşkêşkirin. Tesîsên Civakî yên Fîskaya, ku di navbera saetên 09.00’an ên sibehê û 23.00’an ên şevê de vekirî ye, bi mase û kursiyên xwe yên nûkirî, tenteyên xwe yên nû û binesaziya xwe ya ji nû ve hatî çêkirin, dê wekî cihwareke bêhnvedanê ya rehet di xizmeta welatiyan de be.

 

Image Gallery