Print this page

Hevşaredar Bucak: Xebatên derbarê zarokan de pir hêja ne

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Konferansa Di Pêvajoyên Çareseriya Pevçûnan de Rewşa Zarokan bû û anî ziman ku xebatên derbarê zarokan de pir hêja ne.

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), "Konferansa di Pêvajoyên Pevçûn û Çareseriyê de Zarok" li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê li dar xist. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl û welatî beşdarî vê konferansê bûn.

Hevşaredar Bucak: Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin

Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak di konferansê de axivî û silav da beşdaran û got, "Çiqas xweş e ku hûn hene, çiqas xweş e ku hûn li vir in. Çiqas xweş e ku em bi hev re ne." Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew di pêvajoyên krîtîk û dijwar re derbas dibin û wiha got: "Em di pêvajoyeke krîtîk, dijwar û dîrokî re derbas dibin. Li vir, em hewce ne ku li her qadê li ser edaleta veguherîner, edaleta qencker û mekanîzmayên van hemûyan nîqaş bikin."

'Xebatên zarokan qadeke ku gelek dem û ked ji bo wê hatiye dayîn'

Hevseroka Şaredariyê Bucak bal kişand ser girîngiya mafên zarokan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Duh me ev qismî li ser qada astengdaran nîqaş kir. Bê guman xebatên zarokan û qada mafên zarokan jî di vî warî de pir hêja ye. Li Amed û bajarên din ên herêmê, qada xebatên zarokan, qada mafên zarokan, qadeke ku hemû hevalên me yên li vir û yên ne li vir jî bi salan e kedeke mezin dane wê. Ev qad çawa dikare pevçûnê çareser bike? Di pêvajoyên çareserî û danûstandinên piştî pevçûnê de, em çawa dikarin mafên zarokan ên ku ji ber zaroktiya wan derdikevin holê, ji bo paşerojê û îro biparêzin? Her çiqas li vir dibe ku borî be jî, ji bo me neborî, neqediya, pêvajoya başbûnê hîna neqediyaye, di civînên weha de nîqaşkirina hemû pêvajoyên me yên weha bê guman pir hêja ye."

Konferansê bi rûniştinan berdewam kir.

 

Image Gallery