Hevşaredar Bucak: Em dikarin têkoşîna demokrasiyê bi hevgirtinê berfireh bikin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî bernameya bîranînê ya salvegera 32'emîn a kesên li Otela Madimakê hatin qetilkirin bû û got, "Têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê dikarin bi hevgirtinê berfireh bikin."

Şaxa Amedê ya Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal, ji bo kesên di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimakê ya Sêwasê hatin qetilkirin, li avahiya komeleyê bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername bi beşdariya Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevseroka Şaredariya Rezan Leyla Ayaz, endamên meclisê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl pêk hat.

Hevşaredar Bucak: Hê bêhtir pêwîstî bi rêxistinbûnê heye

Hevşaredar Bucak di bernameyê de axivî û girîngiya piştgirî û têkoşînê destnîşan kir. Bucak anî ziman ku ew îro di arîfeya 2'ê Tîrmehê de ji bo bîranîna kesên li Madimakê jiyana xwe ji dest dan, li vir in. Hevşaredar Bucak got, "Em, Elewî, Sunnî, Kurd, Tirk û her kesê ku li vî welatî dijî û dixwaze paşerojeke demokratîk û azad ji vî welatî re çêbibe, piştî vê qonaxê zêdetir pêwîstî bi rêxistinbûnê û zêdetir lêkkombûnê heye. Em dizanin ku em çiqas rêxistinbûneke xurt derxin holê, ew qas em dikarin têkoşîna xwe bixin meriyetê. Têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê dikarin bi hevgirtinê berfireh bikin û temam bikin."

‘Ji bo aştiyê roleke mezin dikeve ser milê her kesî’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk roleke mezin dikeve ser milê her kesî û wiha axivî: "Ger aştî çêbibe, bêguman ev li vî welatî bêyî derbasbûna Dêrsimê, Madimakê û rûbirûbûna van komkujiyên biêş, pêk nayê. Bêyî rûbirûbûn, hesabpirsîn, bêyî damezrandina komîsyonên heqîqetê û rûbirûbûnê, bêguman li vî welatî aştî û edalet pêk nayê. Lê em pir baş dizanin ku ev aştî û edalet bêyî têkoşînê pêk nayê. Ji bo rêxistinbûnê roleke pir mezin dikeve ser milê me."

‘Pêwîst e civînan mezin bikin û zêde bikin’

Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku di hefteyên borî de Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) karekî pir girîng pêk aniye, xizmên windayan, dayikên aştiyê û dayikên eskeran li hev civandiye û got, pêwîst e civînên bi vî rengî mezin bikin û zêde bikin. Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew di qonaxeke krîtîk re derbas dibin û tekez kir ku bi têkoşîna aştî û edaletê, di siberojeke azad de afirandina welat û cîhanekê ku tê de bi hev re biratî bijîn, ne zehmet e.

 

Image Gallery