DÎSKÎyê pirsgirêka ava gundê Tiyaxsê ya 270 mal çareser kir

Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Titaxsê ya navçeya Pasûrê, ji bo çavkaniya avê ya ku ziwa bibû, xeteke nû ya ava vexwarinê ya 2 hezar metroyî dirêj kir û pirsgirêka ava 270 malan çareser kir.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên 2023'an ên li Mereşê, li gundê Tiyaxsa navçeya Pasûrê çavkaniya ava vexwarinê ya ku avahiya wê xerab bûbû û ji ber hişkesalîyê bi temamî bêkêr mabû, bû sedema kêmasiyeke giran a avê. Ji ber ku dabînkirina avê nedihate domandin, tîmên Midûriyeta Şaxa DÎSKÎ ya Pasûrê dest bi xebatan kirin. Piştî ku pêvajoya plansaziyê qediya, li şûna çavkaniya ziwa, xeteke nû ya ava vexwarinê hat çêkirin.

Xeta nû ya 2 mezar metroyî hat danîn

Di xebatên ku di 21'ê Hezîranê de dest pê kirin de, bi boriyên polîetîlen (PE) ên bi dirêjahiya 50 mîlîmetre, bi giştî 2 hezar metre xeta ava vexwarinê hat raxistin. Di encama xebatên ku di 28'ê Hezîranê de qediyan de, ji nû ve ava vexwarinê ji taxê re hat dabînkirin.

Ji 270 malî re ava vexwarinê hat dabînkirin

Li Taxa Tiyaxsê ku nêzî 2 hezar kes tê de dijîn, 270 malan bi xebatên hatin kirin, ji nû ve gihiştin ava vexwarinê ya bêkêmasî. Welatiyên taxê, kêfxweşiya xwe ji xizmeta hatî dayîn anîn ziman û spasiya tîmên DÎSKÎyê kir.

"DÎSKÎ xebateke cidî meşand"

Muxtarê Taxa Tiyaxsê Deniz Işik anî ziman ku piştî erdheja li Licê ya sala 1975’an, cihê gundê wan guheriye û got: “Ji wê rojê ve, nêzî 50 sal in em bi pirsgirêka ava vexwarinê re rû bi rû ne. Piştî erdheja Mereşê rewş hîn girantir bû. Niha li taxa me 270 mal, nêzî 2 hezar niştecih û hezar serî dewar hene. Kêmasiya avê gelek zêde bûbû. Me serî li hemû saziyan da. Ez ji dil spasiya Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, xebatkarên wê û Şaxa Pasûrê dikim. Ev 5-6 meh in xebateke gelekî ciddî meşandine.”

"Çavkaniyeke nû hat avakirin"

Serokê Şaxa DÎSKÎ ya Pasûrê Semih Çelîk jî diyar kir ku ji ber çavkaniyên avê yên li taxê ziwa bûne, çavkaniyeke nû ava kirine. Çelîk got: "Di vê çarçoveyê de me xeteke nû ya ava vexwarinê ya 2 hezar metroyî bi boriyên 50'î dirêj kir. Ji bo em karibin xizmeteke baştir bidin welatiyên xwe, xebatên me dê bidomin."