Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, ku li Bismilê bi muxtaran re hat cem hev û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kir, got ku ew armanc dikin pirsgirêkên ku li gund û navçeyan tespît kirine, bi planeke amadekirî heta dawiya sala 2026'an çareser bikin.
Civînên muxtaran ên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin ve, bi armanca zêdekirina beşdariyê di rêveberiya bajêr de û tespîtkirina hewcedariyên taxan û peydakirina çareseriyan têne lidarxistin, li navçeya Bismilê berdewam kirin. Civîn li Şantiyeya Makîne û Amûran a Şaredariya Bismilê hat lidarxistin û ji bilî Hevşaredar Dogan Hatun, Hevşaredarên Şaredariya Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu, serokên daîreyan, endamên meclîsê û muxtar jî beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun: Me di salekê de pirsgirêka avê çareser kir
Di civînê de axivî, Hevşaredar Hatun diyar kir ku ji bo çareseriyên mayînde yên pirsgirêkên av û binesaziya Amedê, li gorî amadehî û planên hatine çêkirin, dest bi kar kirine û got ku ew armanc dikin pirsgirêkên ku tespît kirine, bi vê planê heta dawiya sala 2026'an li hemû gund û navçeyan çareser bikin. Hevşaredar Hatun wiha axivî: "Di nava bajêr de binesaziya avê tune bû, ji ber ku razemenî nehatibû kirin. Ne tenê parastin-tamîrkirin, lê di heman demê de razemeniyên din jî nehatibûn kirin. Depoya tesîsa paqijkirina avê li gorî 1 milyon 350 hezar kesan hatiye çêkirin. Ev tê çi wateyê? Ava paqij ji bo nêzîkî 350 hezar kesan têr nake. Av ji cihekî dihat qutkirin û dihat cihekî din, ji wir dihat qutkirin û dihat cihekî din, bi vî awayî kar dihat meşandin. Me hesab kir, hinan xetên avê kişandibûn nav baxçeyan, hin cihên din û av nedigihîşt tesîsa paqijkirinê. Me di salekê de ev pirsgirêk çareser kir. Herwiha, erdhejê jî %60-70'ê xetên me bandor kir. Di salekê de me xetên avê yên binê erdê, ava baranê û kanalîzasyonê hema bêje bi tevahî ji nû ve ava kirin. Îsal li gorî par, rêjeya avê li seranserê bajêr %70 kêm bûye. Dîsa jî heta niha li nava bajêr pirsgirêka avê rû nedaye, ji ber ku me binesaziya wê bihêztir kiriye."
'Divê razemenî bên parastin'
Hevşaredar Hatun, anî ziman ku divê xizmetên hatine kirin bên parastin û got: "Bi rastî xizmetkirin tiştekî din e û pê re veberhênan û xwedîderketina li wê veberhênanê jî tiştekî din e. Tu li gorî standartên Ewropayê çêdikî lê gava lê xwedî dernekevî tev dibe eziyet û pûç dibe. Nêzî 8 salan, paqijiya nava kanalan li hundirê bajêr qet çênebûye. Piçek baran dibare hemû rêyên me ser avê diman. Me bi paqijiya vana dest bi xizmetguzariyê kir."
'Tesîsa paqijkirinê ya nû çêdikin'
Hevşaredar Hatun, diyar kir ku ew ê ji bo bajêr tesîsa paqijkirinê ya duyemîn ava bikin û hîmê wê di demeke nêzîk de bê danîn û got: "Bi vê tesîsa duyem re herî kêm pirsgirêka tesîsa paqijkirinê ya 25 salên din jî çareser dibe. DSÎ'yê di 8 salan de tenê 8 kîlometre xet çêkiribû, diviya 32 kîlometre bihata çêkirin. Me kanaleke nû vekir, û me ew xet gihande bajêr."
'Bûtçeya DÎSKÎyê wê ji bo xizmetên gundî bê veqetandin'
Hevşaredar Hatun, bal kişand ser veberhênanên ku ji bo pirsgirêkên mezin hatine kirin û diyar kir ku ji bo sala 2026'an, tevahiya bûtçeya DÎSKÎ'yê wê ji bo xizmetên gund û navçeyan bê veqetandin. Hevşaredar Hatun got: "Ji bo Farqîn û Erxeniyê jî me ji Yekîtiya Ewropayê hîbe stand, hemû binesaziya van herdu navçeyan dê bê çêkirin. Heke ev 8 sal neketana navberê, gav bi gav dê tişt bihatana kirin û kar evqas nediket ser hev. Hevalên me amadehî û planan dikin."
Di civînê de, muxtaran jî daxwazên xwe yên li ser pirsgirêkên av, rê, veguhastin, park, ronîkirin û dermanreşandinê yên li taxên wan anîn ziman.
Serdana Şaredariya Bismilê
Hevşaredar Hatun, piştî civînê serdana Şaredariya Bismilê kir û demekê bi Hevşaredar Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu re hevdîtin kir.