Print this page

Zarok di atolyeyên havînê de hunerê dibînin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku zarok di betlaneya havînê de demeke bi fêde û kêfxweş derbas bikin, ji bo koma temenî ya 7-14 salî di 11 waran de atolyeyên havînê yên belaş dane destpêkirin. Bi giştî 759 zarok ji bo atolyeyên ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de tên lidarxistin, qeyd kirin.

Hûrgiliyên atolyeyê û qada berfireh

Atolyeyên ku li Qada Jiyanê ya Hevpar a Sumerparkê tên lidarxistin û ji aliyê perwerdekarên Midûriyeta Şaxa Zarokan ve tên birêvebirin, wê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de her rojên hefteyê berdewam bikin. Di çarçoveya bernameya 8-hefteyî de, zarok bi gelek çalakiyên ku piştgiriya pêşveçûna wan a hunerî, çandî û zîhnî dikin, dicivin.

Ji bo zarokan; di warên hunerî yên bingehîn de atolye tên lidarxistin wekî: kodkirina robotîk, nîgarkêşî, şano, muzîk, lîstikên hiş û zîrekî, Îngilîzî, komputer, satranc, çêkirina pêlîstokên darî, atolyeya Kurdî û odeyên lîstikê yên zarokan ên 4-6 salî.

Hejmara beşdaran

Bi giştî 759 zarok ji atolyeyan sûd werdigirin, hejmara beşdaran wiha ye:

•Atolyeya Kodkirina Robotîk: 80 zarok

•Atolyeya Nîgarkêşiyê: 130 zarok

•Atolyeya Şanoyê: 50 zarok

•Atolyeya Muzîkê: 60 zarok

•Atolyeya Lîstikên Hiş û Zîrekî: 70 zarok

•Atolyeya Îngilîzî: 144 zarok

•Atolyeya Komputerê: 30 zarok

•Atolyeya Satrancê/Kişikê: 30 zarok

•Atolyeya Çêkirina Pêlîstokên Darî: 30 zarok

•Atolyeya Kurdî: 20 zarok

•Odeyên Lîstikê yên Zarokan ên 4-6 salî: 115 zarok

Bi van atolyeyan, zarokên Amedê fersendê dibînin ku betlaneya xwe ya havînê bi huner û warên fêrbûnê yên cuda cuda derbas bikin.

 

Image Gallery