Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina koordînasyon û hevkariyê di warê têkoşîna dijî afetan de, bi beşdariya 9 şaredariyên navçeyan û rêxistinên civaka sivîl, Civîna Koordînasyonê ya 2. li dar xist.
Civîna koordînasyonê ya duyemîn li Amedê
Ev civîn, bi pêşengiya Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetê, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Şaredariyên navçeyên Yenîşehîr, Sûr, Çermûg, Erxanî, Hezro, Çinar, Karaz, Farqîn û Bismîlê, ligel rêxistinên civaka sivîl ên cuda cuda, beşdarî civînê bûn. Civîn ji aliyê Serokê Daîreya Karûbarên Afatê Azat Yildiz ve hat birêvebirin.
Di civînê de, xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya polîtîkayên xwe yên rêveberiya afetan de dimeşîne û armanc dike, ji beşdaran re hatin vegotin. Herwiha der barê Plana Bersivdana Afatan a Tirkiyeyê (TAMP), ku şaredarî hevkarên çareseriyê yên piştevaniyê ne, û Plana Kêmkirina Rîska Afatan a Parêzgehê (ÎRAP), ku ew hevkarên sereke yên çareseriyê ne, agahî hatin dayîn.
Kêmasiyên 26 qadên civînê hatin tespîtkirin
Di civînê de qadên civînê yên ku di civîna berê de hatibûn rojevê, ji nû ve hatin nirxandin. Hat diyarkirin ku ji nêzîkî 90 qadên civînê yên li seranserê Amedê, 26 ji wan di bin berpirsiyariya Şaredariya Bajarê Mezin de ne. Di heman demê de, gavên ku ji bo tespîtkirin û çareserkirina kêmasiyên van qadan divê bên avêtin, hatin parvekirin.
Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya girtina tedbîrên pêşîgirtina li afetan, amadekirina civakê ji bo afetan û bilindkirina hişyariyê di vî warî de. Herwiha, xebatên şaredariyên navçeyan, pirsgirêkên avahîsazî û aborî yên ku rûbirûyê wan dibin, û kêmasiyên di pêvajoyên akredîtasyonê de hatin gengeşekirin.
Tekezî li ser nêzîkatiya li ser mafan ji rêxistinên civaka sivîl
Di civînê de, ji aliyê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok (Önce Çocuklar Derneği) ve girîngiya nêzîkatiya li ser mafan di rêveberiya rîska afetan de hat destnîşankirin û bal hat kişandin ser pêwîstiya cîgirtina mafên zarokan di polîtîkayên afetan de. Komeleya Rêveberiya Afetan û Piştevaniyê (DMS) jî projeyên xwe yên civakî û xebatên xwe yên der barê perwerdehiyên agir de parve kirin.
Daneyên afatê tên avakirin
Di civînê de, herwiha planên der barê Sîstema Daneyên Afetê ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve pêvajoya damezrandina wê hatiye destpêkirin û entegrekirina envanterên wesayîtên şaredariyên navçeyan li sîstemê, hatin gotûbêjkirin. Ligel vê, mijarên wekî destpêkirina perwerdehiyên hişyariya afetan, pêvajoya akredîtasyonê ya tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û zêdekirina kapasîteya yekîneyên afetan ên şaredariyan jî hatin nirxandin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Afetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî civîna yekemîn a ku di 24'ê Sibatê de hat lidarxistin, armanc dike ku civînên koordînasyonê bi awayekî birêkûpêk bidomîne.