Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi dirûşma "Bi Çerxa Xwe Diguhere" li Navendên Jiyanê yên Jinan dest bi atolyeya peda ku tê şûştin kiribû û eleqeyeke mezin pêşwazî lê tê kirin.
Ev atolye, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve ji bo têkoşîna li dijî xizaniya reglê bi dirûşma "Bi Çerxa Xwe Diguhere" hatibû destpêkirin, li navendên jiyanê yên jinan yên Quça û Lalebeyê hate lidarxistin. Jinên ku ji xizmetên van navendên jiyanê yên jinan sûd werdigirin, beşdarî atolyeyan bûn.
Perwerdekara atolyeyê, Sevda Kayar Gorer, derbarê tenduristiya zayînê de agahî parve kirin. Kayar Gorer diyar kir ku her çend regl pêvajoyeke biyolojîk û sirûştî be jî, hîn jî di gelek civakan de wekî rewşeke "pîs", "şerm", "veşartî" an jî "şermezar" tê dîtin. Wê anî ziman ku ev têgihiştin dihêle jin di derbarê ezmûna xwe ya reglê de bi eşkere nepeyivin û gihîştina agahiyên tenduristiyê sînordar dike. Kayar Gorer bal kişand ser girîngiya axaftinên eşkere û tendurist ên di derbarê reglê de û anî ziman ku hilweşandina tabûya reglê ji bo tenduristiya giştî û wekheviya hem kesan û hem jî civakê girîng e.
Kayar Gorer destnîşan kir ku gihîştina jin û keçan ji pedên paqijiyê yên ku ji bo dema reglê pêwîst in, ji ber sedemên aborî sînordar e û got ku bi atolyeyên bi vî rengî hewl didin gihîştina pedê ji bo jinan hêsan bikin.
Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn, herwiha cihêkariyên ku ji ber tabûya reglê rastî wan hatine û zehmetiyên xwe parve kirin. Dû re, jinan di atolyeya tekstîlê de li gorî hewcedariyên xwe pedên ku têne şûştin dirûtin.