Konseya Bajêr a Amedê, ji bo ku welatî di xercên butçeya Şaredariya Bajarê Mezin û biryarên der barê bajêr de bi awayekî çalak beşdar bibin, bi dirûşma "Bajarê Te, Butçeya Te" pêkanîna butçeya hevpar da destpêkirin.
Armanc beşdariya gel a di butçeyê de ye
Konseya Bajêr a Amedê, sepana "Bajarê Te, Butçeya Te" da destpêkirin da ku projeyên welatiyan ên der barê Amedê de di butçeya Şaredariya Bajarê Mezin a sala 2026'an de cih bigirin.
'Me bi giringîpêdana demokrasiya xwecihî ev xebat da destpêkirin'
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Meclîsa Bajar a Amedê Veysî Kuzu, diyar kir ku wan ev pêkanîn daye destpêkirin da ku raman û projeyên welatiyan di butçeya şaredariyê ya heyama 2026'an de cih bigirin. Kuzu anî ziman ku armanca butçeya hevpar ew e ku raman û projeyên cuda yên welatî, rêxistinên civaka sivîl di butçeya şaredariyê ya heyama pêş de cih bigirin. Kuzu got, "Me bi giringîdayîna demokrasiya xwecihî ev xebat da destpêkirin. Em bawer dikin ku butçeya gel divê bi biryarên gel were xerckirin. Welatiyên me, rêxistinên civaka sivîl, hevalên ku tên cem hev, komên ciwanan, jin, zarok, astengdar, di mijarên ku di bajêr de kêmasiyan dibînin, yên ku divê bên revîzekirin an jî wekî xebateke nû pêşkêş bikin, dikarin raman û projeyên xwe bi nêrîneke beşdarî bi rêya malperê ji me re pêşkêş bikin."
Dîrok û şêwaza serlêdanê
Di çarçoveya projeyê de, hemû welatiyên 9 salî û mezintir ên ku li Amedê dijîn û xwedî proje, raman û pêşniyarên der barê bajêr de ne, dikarin heta 20'ê Tîrmeha 2025'an ji adresa "katilimcibutce.diyarbakir.bel.tr" serlêdanê bikin.
Projeya ku herî zêde deng bîne dê di butçeyê de cih bigire
Piştî serlêdanan, wê ji aliyê komîsyoneke serbixwe ve pêş-hilbijartineke teknîkî were kirin, paşê wê ev projeyên hanê ji bo dengdana gel bên pêşkêşkirin. Projeyên ku di dengdana gel de herî zêde deng bigirin, wê di butçeya Şaredariya Bajarê Mezin a sala 2026'an de cih bigirin.