Jinan li dijî afetan perwerdeya hişyariyê girt

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên perwerdehiya hişyariya bingehîn a li dijî afetan ku dabû destpêkirin, li Navenda Jiyanê ya Jinan a "Ben û Sen" da destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Karên Afetan, ji bo bilindkirina hişyariya welatiyên Amedê li hemberî erdheja muhtemel a ku xeta fayê ya Rojhilatê Anadoluyê dikare çêbike, û herwiha metirsiyên wekî şewatên pirêzê û rabûna lehiyê yên ku îhtîmala wan heye, xebatên perwerdehiya hişyariya bingehîn dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, perwerdehiya yekemîn ji xebatkarên Navenda Jiyanê ya Jinan a Ben û Sen, ku bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve girêdayî ye, û ji jinên ku ji xebatên navendê sûd werdigirin re hate dayîn. Ev perwerdehî, ku bi jinan re hate destpêkirin – ku di nav komên xwedî rîska zirarê ya bilind de tên dîtin – armanc dike ku jinan li dijî afetan hişyar bike û wan bide parastin.

Perwerdehiya têkoşîna bi afetan re, ku li ser bingeha birêvebirina rîskên afetan û polîtîka, plan û bernameyên kêmkirina rîska afetan ên hestiyar ji zayendî ve tê dayîn, armanc dike ku li hemberî rîskên ne-avahî parastinê peyda bike.

'Em dixwazin hişyariyê çêkin'

Hasan Ugurlu, Midûrê Şaxa Navenda Koordînasyona Afetan a Serokatiya Daîreya Karên Afetan, derbarê perwerdehiyê de agahî da û anî ziman ku ew plan dikin perwerdehiya hişyariya afetan li hemû saziyên giştî bidin. Uğurlu diyar kir ku wan perwerdehî di serî de ji jinan re dane da ku rola jinan di afetan de hinekî din xurt bikin û hişyariyê çêkin, û got, "Me ev kar da destpêkirin da ku jinan li hemberî afetan hinekî din xurt bikin û hişyariyekê çêkin."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31