Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo başkirina mercên jiyanê yên welatiyên ku di salên 1990'î de vegeriyane gundên xwe yên valakirî, xebatên rê çêkirinê didomîne. Li gundê Yolçati yê girêdayî navçeya Kulpê, di xebatan de rêyeke stabilîze ya 4,5 kîlometreyan tê çêkirin.
Serokatiya Daîreya Koordînasyona Binesazî û Lênêrîna Rêyan, bi daxwaza welatiyên ku 2 sal berê vegeriyabûn mezraya Yolçati ya girêdayî gundê Hamzalı yê navçeya Kulpê ku di salên 1990'î de hatibû valakirin, dest bi çêkirina rê kir. Tevî şert û mercên zehmet ên eraziyê di navbera Kulp û Farqînê de, tîm bi makîneyên kar re xebatên dijwar dikin da ku gihîştinê hêsantir bikin. Tê payîn ku bi qedandina rêya stabilîze ya 4,5 kîlometreyan, vegera herêmê zêde bibe.
'Çêkirina Rê Dê Vegeran Bilezîne'
Muxtarê Gundê Hamzalı Tahsin Taş, anî ziman ku di destpêkê de 4 malbat vegeriyabûn gund, lê bi destpêkirina xebatên rê re ev hejmar derket 8 malbatan. Taş destnîşan kir ku beriya valakirinê gund ji 30-40 malbatan pêk dihat û got, "Xwedê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê razî be. Bi wesayîtan hatine ku rê çêkin. Niha li mezrayê 8 malbat û nifûsek 50 kesî heye. Ez difikirim ku piştî çêkirina rê 30-40 malbatên din jî vegerin. Yanî hemû li rê, av û elektrîkê dinêrin. Ji bo xebatan spasiya şaredariya xwe dikin."
'Her Kes Dixwaze Vegere Gundê Xwe'
Ji niştecihên mezrayê Bekir Kılıç jî diyar kir ku di salên 1993-1994'an de neçar mane ku gundên xwe biterikînin û gelek xizmên wî koçî Batman, Bismil û Edeneyê kirine. Kılıç got, "Goristana me jî li vir e, me dixwest xizmên xwe yên wefatkirî li vir defn bikin lê ji ber ku îmkanên me tunebûn me nikarîbû vê yekê bikin. Em spasiya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo xebatên hatiye kirin dikin. Înşallah dê riya me çêkin û gelê me bi saya vê dîsa vegere vir. Niha her kes dixwaze vegere gundê xwe."