Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zêdekirina gihiştina jinan bo werzîşê û xurtkirina wekheviya zayendî, perwerdeya melevaniyê da destpêkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, ji bilî kursên pîşeyî yên ji bo tevkariyê li îstîhdamê bikin, bi çalakiyên civakî jî xizmetê dide. Serokatiya Daîreyê li parka Jiyana Civakî û Qada Rekreasyonê ya li navçeya Yenîşehirê, ji bo jinan perwerdeya melevaniyê ya belaş da destpêkirin.
Perwerdeya ku ji bilî teknîkên bingehîn ên melevaniyê, têkiliya ewle bi avê re û xurtbûna fîzîkî jî dike hedef, hem bawerî bi xwe dide jinan û hem jî tevlêbûna wan a di jiyana civakî de zêdetir dike.
Amûrên ku jin di perwerdeya melevaniyê de bi kar tînin, ku hefteyê 2 rojan û mehekê didome, di atolyeyên tekstîlê yên li Navendên Jiyana Jinan de têne hilberandin.
Cihên serlêdanê
Jinên ku dixwazin ji hewzê sûd werbigirin, dikarin serî li Navendên Jiyana Jinan ên Lalabey, Ben û Sen, Koşuyolu, Qûça û Yenîkoyê bidin û qeyda xwe bikin.
'Ev proje ji bo tevlêbûna jinan a jiyana civakî girîng in'
Nur Zelal Baltaş, ku wekî antrenora melevaniyê di perwerdehiyên ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve têne meşandin de dixebite, anî ziman ku proje pir watedar û serbilind e û got:
"Melevanî ne tenê werzîşek e, di heman demê de ji bo jinên ku tên vir qadeke ku ew dikarin hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê psîkolojîk ve xwe xurt bikin. Ev proje sala borî hat destpêkirin. Ev sala duyemîn e. Sala borî hatina jinan vir û serketina wan a li hember tirsên xwe tevî ku qet neketibûn avê, fêrbûna wan a melevaniyê, dîtina tevlêbûna wan a civakî ji bo min bandorker bû û domdariya projeyên wiha pir xweş e. Ev qada hewzê ne tenê ji bo werzîş û fêrbûnê ye, di heman demê de qadeke ku jin tê de civakî dibin, piştgiriyê didin hev û xwe tevlî jiyana civakî dikin. Jinên ku ji taxên xwe derdikevin û tên vir, sînûrên xwe dişikînin û dibêjin ez jî dikarim, ji xwe re dem vediqetînin, destkeftiya herî girîng û bandorker a vê projeyê ye. Berbelavbûn û dirêjbûna projeyên wiha gava û destpêkek pir baş e ji bo tevlêbûna jinan a jiyana civakî."
'Di hewzê de dersên teknîkî didin'
Zelal Baltaş, bal kişand ser girîngiya tevlêkirina jinan a jiyana civakî û got, "Di dawiya perwerdehiya heşt saetan de, ku hefteyê du rojan e, em hêviyên jinan pêk tînin. Bi taybetî em dersên teknîkî yên giştî didin, wekî fêrbûna avê, xebatên nefesê, melevaniya serbest û pişta xwe. Dersên me ne tenê bi van sînordar in, tevlêkirina jinan a jiyana civakî ji bo me girîngtir e. Di jiyana civakî de newekheviya zayendî pir zêde ye. Bi van projeyan em jinan zêdetir tevlî civakê dikin."