Ekîbên zabitayê 22 hezar û 477 car venêrîn kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Zabitayê, ji bo ku xelk bikaribe ji xizmeta veguhestina giştî ya rehet û gihîştî sûd werbigire, di nava 6 mehên ewil ên salê de 22 hezar û 477 kontrol li wesayîtên veguhestina komî kirin. Ekîbên zabitayê di qadên berpirsiyariyên xwe de 24/7 dixebitin.

Serokatiya Daîreya Zabitayê bi 340 xebatkarên ku di 6 Midûriyetên Şûbeyan de dixebitin, ji bo aştiya welatiyan li kolanên bajêr mesaiyê didin.

Di nava 6 mehên ewil ên îsal de, ji aliyê Serokatiya Daîreya Zabitayê ve 6 hezar û 949 kontrol li wesayîtên veguhestina komî hatin kirin û 262 muameleyên qanûnî hatin destpêkirin; li mînîbusan 7 hezar û 711 kontrol hatin kirin û 517 muameleyên qanûnî hatin kirin; li mînîbusên navçeyan 5 hezar û 319 kontrol hatin kirin û 100 muameleyên qanûnî hatin destpêkirin; li otobusên navbajaran jî 2 hezar û 498 kontrol hatin kirin û li 36 wesayîtan muameleyên qanûnî hatin kirin.

Perwerdehiya trafîkê ji 8 hezar û 755 xwendekaran re

Serokatiya Daîreya Zabitayê, di çarçoveya bernameyên perwerdehiyê yên li ser mijarên bingehîn ên trafîkê de, li Parka Perwerdehiya Trafîkê ji bo zarokan, ji 140 dibistanan 8 hezar û 755 xwendekar bi awayekî teorîk û pratîk perwerdehiya trafîkê ya bingehîn da.

'Xebat, ji bo bajarekî aştîxwaztir in'

Serokê Daîreya Zabıtayê Veysi Ruzgar diyar kir ku xebatên hatine kirin ji bo bajarekî aramtir in û got, "Bi hemû şaredariyên xwe yên navçeyan re em ê bi taybetî ji bo rakirina tişta ku em jê re dibêjin sûcên bajêr, hewldanên tund bidin. Ji bo pêşîgirtina li sûcên bajêr em 24 saetan bê navber dixebitin."

'Giranî dan ser kontrolên klîmayan'

Ruzgar, derbarê xebatên Midûriyetên Şûbeyan de agahî dan û wiha axivî: "Li otogara bajêr, em bi taybetî ji bo pêşîgirtina li qîrewîzî û ji bo destwerdana li ser parkkirina nebaş a wesayîtên navbajaran, tevdîran digirin. Şûbeya me ya trafîkê, li seranserê bajêr xebatên xwe yên giran ên têkildarî taksiyên bazirganî, mînîbus, otobusên gel û yekîneyên din ên ku me destûr daye wan, didomîne. Bi taybetî di mehên havînê de, kontrolên me yên klîmayan zêde bûne."

'Em bê tawîz li dijî muameleyên xerab dixebitin'

Ruzgar, destnîşan kir ku ew li gorî giliyên welatiyan dixebitin û got, "Hedefa me ew e ku em ji sedî 100 bersivê bidin giliyên welatiyan. Ango heta niha tu gilîyên me yên ku me bersiv nedaye wan tune ne. Bi taybetî di otobusên gel ên taybet û taksiyên bazirganî de em zû bersivê didin giliyên welatiyan. Em bê tawîz li dijî muameleyên xerab ên Otobusên Gel ên Taybet ên li hemberî rêwiyên bêpere dixebitin."

'Hedefa me sifir dagirkerî ye'

Ruzgar, diyar kir ku ew li navçeya dîrokî ya Sûrê bi hedefa sifir dagîrkeriyê dixebitin û got, "Ji ber ku potansiyela geştyariyê ya Sûrê zêde ye, em ê bi hemû aliyên xwe re bê tawîz bixebitin da ku mêvan di hawîrdoreke rehet de bikaribin kirînê bikin. Em ê hemû dagîrkeriyên li ser rêya 75 metreyî bi dawî bikin."

Xizmeta rêbertiyê ji 18 hezar û 138 geştyaran re

Rüzgar, diyar kir ku Zabitaya Geştyariyê bi taybetî li navçeya dîrokî ya Sûrê bi 6 zimanan xizmetê dide û ragihand ku wan ji 18 hezar û 138 geştyarên xwemalî û biyanî re xizmeta rêbertiyê dane.

 

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31