975 ajal hatin tedawîkirin, 143 ajal hatin xwedîkirin

Di 6 mehên dawî de, li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bersiv ji 10 hezar îxbaran re hat dayîn, 975 ajal li cihê wan hatin tedawîkirin, 143 ajal hatin xwedîkirin, û 494 pisîkên tedawîkirî li jiyana xwezayî hatin berdan.

Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan ku di sala 2009'an de di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê de hatiye damezrandin, li ser qadeke 17 hezar û 54 metrekareî xizmetê dide. Navend bi kapasîteya xwe ya 550 ajalan (400 kûçik û 150 pisîk), 51 cewrikên kûçikan, mala pisîkan, stargeha ajalên mezin, odeya tîrêjê, laboratuar, odeya emeliyatê û avahiya îdarî, hewcedariyên xwarinê yên ajalan dabîn dike û lênêrîn û tedawiya wan dike.

Li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan, bersiv di cih de ji îxbarên welatiyan re tê dayîn. Di navbera 1ê Çile û heta meha Hezîranê de, ekîban mudaxele li 10 hezar îxbarî kirin. 494 pisîkên ku lênêrînên wan hatibûn qedandin, bi awayekî ku bikaribin xwe bi xwezayê re biguncînin, li cihê jiyana xwe hatin berdan.

143 ajal hatin xwedîkirin

Ekîbên navendê, ajalên ku tên navendê li gorî zayenda wan ji hev cuda dikin û ajalên nexweş rehabîlîte dikin. Ekîbên ku lênêrîn û tedawiya wan qediyayî ne, li gorî qanûna jimare 5199 wan li cihê ku lê girtine berdidin, hin ajalan jî didin xwedîkirin. Di vê çarçoveyê de, bi giştî 143 ajal (61 pisîk û 82 kûçik) hatin xwedîkirin.

Bi tedawiya li cî, mudaxele li 975 ajalî hat kirin

Ekîbên navenda lênêrînê, di çarçoveya Bernameya Tedawiya Li Cî de, bi Wesayîta Sterîlîzasyona Gerok re xebatên qadê dimeşînin. Di Wesayîta Sterîlîzasyona Gerok de, ji bilî jîngeheke îzolekirî û bi tevahî sterîlîzekirî, hemî taybetmendiyên herî zêde yên ku divê di klînîkekê de hebin hene; wekî sîstema klîma û hewayê, sîstema ava germ û sar, û her weha jenerator ji bo cihên ku elektrîk lê nîne. Di wesayîta ku ji bo sterilîzekirina ajalên bêxwedî yên li herêmên gundî bi temamî hatiye amadekirin de, sîstema sterîlîzator û qefesan ji bo rewşên awarte hene. Di çarçoveya tedawiya li cî de, ekîban 457 ajal (421 pisîk û 36 kûçik) bi wesayîta sterilîzasyonê tedawî kirin, û 975 ajal (617 kûçik û 358 pisîk) jî sterilîze kirin.

'Dema jîngeha me ya xwezayî bikeve xebatê dê hejmar zêde bibe'

Midûrê Şûbeya Karên Veterînerî û Tenduristiya Giştî Sabahattin Humartaş, derbarê xebatên li Navenda Lênêrîn û Rehabîlîtasyona Ajalan de agahî dan û diyar kir ku ew xebatên xwe bê navber didomînin: "Di nava 6 mehên ewil ên sala 2025'an de, me bi giştî mudaxele li 10 hezar ajalî kir. Di nav van de 2 hezar ajalên nexweş û 'qezakirî' hebûn. Me mudaxele li wan kir, tedawiya wan pêk anî û pisîkan li jîngehên wan ên xwezayî, kûçikan jî li stargeha ajalan a me mîhvan kirin. Ji bilî vê, 975 sterilîzasyon hatin kirin. Di pêşerojê de dema jîngeha me ya xwezayî bikeve ber xebatê, ev hejmar dê gav bi gav zêde bibe. Li navenda lênêrîna ajalan a me, xizmeta tedawiya li cî heye. Di nava 6 mehan de, mudaxele li nêzîkî 500 ajalan li qadê hatiye kirin."

'Ji bo ajalên kolanan tasek av û kasek xwarin'

Humartaş, banga hestiyariya zêdetir ji welatiyan re kir ku li hemberî ajalên kolanan berpirsyartir bin û bi taybetî di rojên germ ên havînê de tasek av û xwarinê ji bo wan bidin derve.

'Malek jiyanekê rizgar dike'

Veterîner Hekîm Erengul Mor, ku di heman demê de Berpirsa Mala Pisîkan e û li navendê dixebite, diyar kir ku ew pisîkên nexweş ên ku tên wir tedawî dikin: "Em wan sterilîze dikin û piştî ku derziyên parastinê li wan didin, wan didin xwedîkirin. Em li benda welatiyên me yên hêja ne ku bixwazin bibin mal ji van hevalên canî re. Malek jiyanekê rizgar dike."

'Nekirin, xwedî bikin'

Veterîner Hekîm Helîn Demîr, ku li navendê dixebite, destnîşan kir ku ew bi tedawiya kûçikên ku bi ambûlansa kûçikan tên re eleqedar dibe. Demîr, xwest ku ajalên saxlem bên xwedîkirin û gotinên xwe wiha domand: "Piştî ku em muayeneya giştî ya kûçikên ku tên dikin, ji bo teşhîsê rêyekê dişopînin. Em bi ultrason, tîrêj, biyokîmya, hemogram an jî testên tespîta zû teşhîsê datînin. Heger ajalên ku me teşhîsa wan daniye nexweşiya vîrusî hebe, em wan dikin karantînayê. Piştî ku tedawiya wan qediya, em wan didin cem hevalên xwe yên saxlem û li benda xwedîkirina wan dimînin. Wekî ku em her tim dibêjin, em dîsa dibêjin; nekirin, xwedî bikin."

'Pisîkên ku pêvajoya tedawiya wan qediyane dikin beşa pisîkên saxlem'

Veterîner Hekîm Besra Çakmak, ku berpirsa Beşa Mala Pisîkan û Laboratuarê li Navenda Lênêrîna Ajalan e, diyar kir ku piştî pisîk bi ambûlansa pisîkan tên navenda lênêrînê û muayeneyên wan ên klînîkî yên ewil têne kirin, ew nimûneyên xwînê digirin. Wê her weha got ku li gorî pîvanên teşhîsê, piştî analîzên nimûneyan, protokolên tedawiyê yên pisîkên ku teşhîsa wan hatiye danîn, têne rêkxistin.

'Mudaxeleya zû jiyanê rizgar dike'

Veterîner Hekîm Hasan Atli, ku di dorên nobetê de bi ekîba ambûlansê re tê, destnîşan kir ku armanca wan a sereke ya bi ekîba ambûlansê re ew e ku nîşanên vîrusî yên ajalên travmayî, yên ku ji bilindahiyê ketine an jî qezaya trafîkê derbas kirine, tespît bikin û mudaxaleyên alîkariya pêşîn bikin. Atlı got: "Em hewl didin ku di demeke herî kin de xwe bigihînin îhbarên ku tên me. Ji ber ku mudaxeleya zû jiyanê rizgar dike."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Tîrmeh 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31