Print this page

Hevşaredar Hatun: Aştî mafê her kesî ye

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî çalakiya aşûreyê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal bû û got, "Aştî mafê Kurdan, Tirkan, Ereban, Çerkezan û Suniyan e."

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun beşdarî çalakiya aşûreyê ya Şaxa Amedê ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) bû. Di çalakiya ku hevserokên şaredariyên navçeyan, endamên meclîsê û endamên komeleyê beşdar bûn de, Hevseroka Şaxa PSAKD Ayfer Artan axivî û spasiya beşdaran kir û anî ziman ku roja aşûreyê xwedî wateyeke pir kûr e. Artan diyar kir ku aşûre beroşa yekîtî û berxwedanê ye û got ku ew ê li ser sifrê aştî û wekheviyê bimeşin.

Hevşaredar Hatun: Em hêviyên aştiyê mezin bikin

Hevserok Hatun di çalakiyê de axivî û spasiya kesên ku beroşa aşûreyê kelandin û banga aştiyê kirin, kir û got, "Çawa ku 1300 sal berê li Kerbelayê Huseyîn bû dengê mazlûman, îro jî li Rojhilata Navîn dengê mazlûman heye. Her derê Rojhilata Navîn Kerbela ye. Cihê ku şer lê tune ye, tune. Gelek Yezîd hene lê gelek Huseyîn û Alî jî hene. Îro wan di dilê me de hêviyên mezin dan jiyîn. Em hêviyên wan mezin bikin. Aştî mafê her kesî ye, Kurdan, Tirkan, Ereban, Çerkezan û Suniyan e."

'Jiyaneke nû tê avakirin'

Hevserok Hatun, merasîma ku duh li Silêmaniyê hat lidarxistin bi bîr anî û wiha got: "Jiyaneke nû tê avakirin. Her kes divê di vê jiyana nû de xwe bi reng û baweriya xwe bibîne. Divê em bi rûbirûbûna Kerbela, Madimak, Meraş û Roboskî birînên xwe derman bikin. Em hêvî dikin ku roja pîroz a duh bibe sedema aştiya her kesî. Careke din Kerbela, Sêwas, Madimak neyê jiyîn."

Di çalakiyê de piştî ku cem hate girtin, aşûre li welatiyan hat belavkirin.

 

Image Gallery