Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karên îlaçkirinê yên li seranserê bajêr civîneke nirxandinê ya berfireh li dar xist. Di civînê de hemû pirsgirêk bi hûrgilî hatin gengeşekirin û rêbazên çareseriyê yên nû hatin diyarkirin.
Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, bi tevlîbûna xebatkarên Yekîneya Îlaçkirinê ya ku li seranserê bajêr çalakiyan dimeşîne, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê civînek li dar xist. Di civîna ku di serokatiya Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli de hat kirin de, di çarçoveya çalakiyên îlaçkirinê yên ku 290 xebatkar tê de cih digirin de, pirsgirêkên li qadê rûbirû hatin, sedemên giliyên welatiyan, tedbîrên ku li herêmên pirsgirêkdar bên girtin û rêbazên cuda yên ku dikarin bên bikaranîn hatin gotûbêjkirin. Di civînê de hat tekez kirin ku pêwîst e karên bibandortir, bi fêdetir û encamgir bên meşandin.
Daxwazên muxtaran li ber çav hatin girtin
Bi kordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel re, di serdanên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun ên navçeyên gundewar de, daxwaz û pirsgirêkên îlaçkirinê yên ji aliyê muxtaran ve hatibûn vegotin, hatin nirxandin. Ji bo ku giliyên hatin bi awayekî herî guncaw bên çareserkirin, rêbazên nû hatin diyarkirin û bername li gorî van hatin avakirin.
Sepana ULV tenê bes nîne
Di civînê de hat gotin ku giliyên dubare yên ji heman herêmê têne, nîşan didin ku di wê qadê de çavkaniyek zayînê ya çalak heye. Ji ber vê yekê, hat destnîşan kirin ku sepandinên ULV (mijkirina sar) yên ku tenê bi şev têne kirin, têrê nakin; pêwîst e tîmên lêgerîna rojê jî bên rêvebirin.
Rêveberiyên sîteyan û muxtar dê bên agahdarkirin
Li navendên parêzgeh û navçeyan, bal hat kişandin ser girîngiya agahdarkirina rêveberiyên sîteyan, li deverên gundewar jî muxtaran, di derbarê cihên zayînê yên vektoran ên wekî komikên avê de û hişyariyên pêwîst bên kirin.
Çavdêrî dê bên zêdekirin
Di civînê de, hemû pirsgirêkên di nav sînorên parêzgehê de bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Dema ku li ser sîstema xebatê ya nû û pêşniyarên çareseriyê danûstandina ramanan hat kirin, hat destnîşan kirin ku di pêvajoya pêş de mekanîzmayên çavdêrî û kontrolê dê bi tundî werin meşandin û hemû yekîne dê bi fedakarî xebata xwe bidomînin da ku gel demsalek havînê ya tendurist û aram derbas bike.
Daxwazên xebatkaran hatin guhdarîkirin
Serokê Daîreya Karên Tenduristiyê Vahap Saçakli, ku di civînê de daxwazên ji personelan hatin jî guhdarî kir, diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku personel pê re rû bi rû ne jî xebatan dikin.