Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo malbatên astengdarên bîhîstinê, piştgirîya Bêtêlên Dîjîtal yên Zarokan yên bi Lerz peyda kir. Ev telsîz, dema ku zarok digirîn an şiyar dibin, bi sîstema xwe ya hestiyar a deng û lerzê dêûbavan agahdar dike.
Midûriyeta Karûbarên Astengdar û Kalûpîran, di çarçoveya armanca xwe ya ji bo hêsankirina jiyana astengdarên bîhîstinê, "Projeya Bêtêlên Dîjîtal yên Zarokan yên bi Lerz" da destpêkirin. Armanc ew e ku malbatên astengdarên bîhîstinê bi zarokên xwe yên di navbera 0-3 salî de, ragihandineke ewledar deynin.
Dêûbav dê dema zarok bigirîn agahdar bibin
Bi vê projeyê, armanc ew e ku malbatên astengdarên bîhîstinê bi zarokên xwe yên 0-3 salî re ragihandineke ewledar û tendurist deynin. Bi saya vê cîhazê, dema ku zarok digirîn an şiyar dibin, dêûbav bi sîstema hestiyar a deng û lerzê agahdar bibin. Bi vî awayî, dê karibin di wextê xwe de mudaxaleyî pêdiviyên zarokan bikin.
Projeyê armanc dike ku welatiyên astengdarên bihîstinê bi rêya sînyalên lerzê bi zarokên xwe re têkiliyeke ewledar deynin û astengên ragihandinê yên ku di jiyana rojane de rû bi rû dimînin kêm bike.
Perwerdeya bikaranînê hat dayîn
Ekîban, cîhazên telsîzê radestî 7 malbatan kirin û bi zimanê îşaretan agahiyên berfireh ên bikaranînê dan. Malbatên ku ji pêkanîna projeyê razî bûn, di serî de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, spasiya her kesê ku di projeyê de ked daye kirin.
Â