Print this page

Şaredarî perwerdeya ajotina ewledar dide şofêrên Otobusên Gel ên Taybet

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, perwerdeya teknîkên ajotina ewledar û parastinê, kontrola lezê û bandorên wê, jêhatîbûnên ajotinê yên kesane û berpirsiyariya pîşeyî dide 400 şofêrên otobusên gel ên taybet.

Midûriyeta Veguhastinê, bernameyên perwerdehiyê ji bo şofêrên otobusên şaredariyê, otobusên gel ên taybet, mînîbus, servîs û taksiyan ên ku di veguhestina giştî de dixebitin, didomîne. Di çarçoveya protokola ku di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) de hatiye lidarxistin, ji bo şofêrên veguhestina giştî yên ku li bajêr dixebitin, perwerdehiya teknîkên ajotinê yên ewledar, parastinê (defansîf) û pêşketî tê dayîn.

Kontrola hêrsê

Di bernameyê de, perwerdehî ji aliyê Mamosteyê Zanîngeha Medipol û Pisporê Teknîkên Ajotina Pêşketî Çetin Buyukçinar ve ji şofêrên otobusên gel ên taybet re hat dayîn. Di perwerdehiya ku li Salona Civînê ya DTSO’yê hat lidarxistin de, mijarên wekî “Teknîkên ajotina ewledar û parastinê, kontrola lezê û bandorên wê, jêhatîbûnên ajotinê yên kesane, berpirsiyariya ajotina pîşeyî, formulên pêşîlêgirtina qezayan, kontrola hêrsê, têkoşîna li dijî westîn û bêxewiyê, senaryoyên qezayan, berpirsiyariyên hiqûqî, qaîdeyên trafîkê yên guherî û qanûnên trafîkê” bi slaytan ji ajokaran re hatin vegotin.

Perwerdeya pratîkî bi çavikan

Di bernameyê de her weha, ji bo ku şofêr bandorên alkol, westîn û bêxewiyê bibînin, perwerdehiya pratîkî bi çavikan hat dayîn.

Di perwerdeyên ku di 14’ê Tîrmehê de dest pê kirin de, bi tevahî 400 şofêrên otobusên gel ên taybet, di du komên sibehê û nîvro de, dê 4 rojan perwerde bibin.

 

Image Gallery