Dibistanên Havînê yên Sporê yên belaş ên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatin organîzekirin, bi tevlîbûna 5 hezar û 850 zarokan di 11 beşan de dest pê kir.
Dibistanên Havînê yên Sporê yên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê ve ji bo di betlaneya havînê de zarokan bi werzîşê re bînin cem hev û pêşketinên wan ên fîzîkî, derûnî û civakî piştgirî bikin, hatin organîzekirin, îsal bi tevlîbûna 5 hezar û 850 zarokên di navbera 7-17 salî de dest pê kir.
Perwerdeyên kursên ku di 11 beşan de tên lidarxistin, wekî melevanî, futbol, basketbol, voleybol, tenîsa kortê, hentbol, karate, taekwondo, lîstikên hiş-aqil, kodkirina robotîk û Îngilîzî, li Sumerpark, Qada Taxê ya Yenîkoy, Qada Taxê ya Gokkuşagi, Qada Çîmê ya Jimare 1 a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Hewza Vekirî ya Seyrantepe TOKÎ, Kompleksa Sporê ya Talaytepe û Kortên Tenîsê yên Girtî yên 75an tên kirin.
Piştgiriya amûrên aporê ji zarokan re hate kirin
Ji zarokên ku beşdarî qursên melevaniyê bûn re çavgaşik û bone hatin dayîn, di beşên din de jî ji zarokan re piştgiriya amûrên sporê hat kirin.
Kursên ku ji aliyê perwerdekarên pispor ve tên dayîn, heta 5ê Îlonê dê bidomin.
'Daxwazeke zêde heye'
Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê Baran Yilmaz, der barê Dibistanên Havînê yên Sporê de agahî dan û diyar kir ku ji bo qurs bi bandor derbas bibin, amadekariyên pêşîn kirine. Yilmaz wiha got: “Perwerdekarên me berî her tiştî hemû perwerdehiya xwe ya têkildarî beşan qedandin û pêvajoya ku çawa tevbigerin, çawa ders bidin zarokan, plan kirin. Bi qeydên meha Hezîranê re, daxwaz ji Dibistanên Havînê yên Sporê re zêde bû.”
'Zêdetir kes dê ji kursan sûd werbigirin'
Yilmaz diyar kir ku daxwaza herî zêde ji bo melevanî û futbolê ye û destnîşan kir ku Şaredariya Bajarê Mezin di warê sporê de veberhênanên nû dike. Yilmaz anî ziman ku piştî ku tesîsên nû yên ku avakirina wan qediyaye aktîf bibin, dê di pêşerojê de zêdetir welatî ji qursan sûd werbigirin.
Sporvanên jêhatî tên keşfkirin
Yilmaz bal kişand ser vê yekê ku ew li gorî jêhatiyên zarokên ku beşdarî Dibistanên Havînê yên Sporê bûne jî xebatan dimeşînin û got: “Perwerdekarên me di qursên me de yek bi yek bi kursiyerên me re eleqedar dibin. Di voleybol, futbol, melevanî, hentbol, kodkirina robotîk û hemî beşên me de em difikirin ku zarokên jêhatî têxin binesaziya tîmên ku di bin banê Amedsporê de ne. Perwerdekarên me der barê vê yekê de jî xebatan dikin. Herwiha di hemû beşan de jî tîmeke me ya keşfê heye. Ew tîma keşfê jî hemû beşan yek bi yek lêkolîn dike û ji bo hemû xwendekarên me yên jêhatî bixe nava klûbê, hewl dide.”
'Li gundan bername hatin lidarxistin'
Yilmaz bi bîr xist ku ji bo zarokên li herêmên gundî yên ku derfeta hatina qursan nînin, çalakiyên sporê yên li kolanan jî kirine û anî ziman ku ji dema ku dibistan hatine girtin ve, di 10 taxên gundî yên 2 navçeyan de (7 li Sûrê, 3 li Kayapinarê) çalakiyên sporê organîze kirine. Yilmaz diyar kir ku di pêşerojê de bi qedandina tesîsên sporê yên li navçeyan, dê ji bo xwendekarên li taxên gundî jî qursên sporê yên havînê bên organîzekirin.