Print this page

Li Bulvara Selahedîn Eyyûbî binesazî tê xurtkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xebatên xurtkirina binesaziyê yên li Bulvara Selahedîn Eyyûbî, rêyan hîn ewletir û rehettir dike.

Serokatiya Daîreya Hevahengiya Jêrxane û Çêkirina Rêyan, xebatên xwe yên başkirina binesaziya veguhestinê li seranserê bajêr didomîne. Xebatên sererastkirina rêyê li beşa 1,1 kîlometre ya Bulvara Selahedîn Eyyûbî, ku di navbera Bulvara Rêya Rihayê û Kolana Ahmet Arif de ye, di 1'ê Tîrmehê de dest pê kirin.

'Pêşvebirinên zemînê hatin kirin'

Rêveberê Şaxa Çêkirina Rêyan û Kontrolê Bariş Çetinkaya derbarê xebatan de agahî da, anî ziman ku wan li gorî daxwazên welatiyan dest bi xebatan kirine. Çetinkaya wiha got: "Cihê ku em lê ne, Qonaxa Polat e ku Bulvara Firatê û Bulvara Selahedîn Eyyûbî bi hev ve girêdide. Berê li vê qonaxê parketên qefilandî hebûn û ji aliyê welatiyan ve gelek gilî dihatin. Parket hilweşiyabûn û xera bûbûn, di çarçoveya vê xebatê de parketên heyî hatin rakirin. Li binê wan pêşvebirinên zemînê hatin kirin. Izgarayên ava baranê yên kêm hatin çêkirin. Bi vî awayî binesaziya rêyê heta vê beşê temam bû."

'Dema baran bibare rê dê neyên girtin'

Çetinkaya diyar kir ku bi xurtkirina binesaziyê re rê wê hîn bi ewle û rehet bibe û anî ziman ku ji ber binesaziya rê ya bi kêşe, wan dest bi rakirin û xurtkirina binesaziya rê kirine. Çetinkaya got ku wan ji bo zemîna rê ya qels rakin û bibin pergalek mayîndetir, xebatên pêwîst ên xurtkirinê kirine û wiha got: "Li ser rêyê izgarayên ku dikarin ava baranê vala bikin tunebûn. Di çarçoveya vê xebatê de me izgarayên ava baranê danîn. Me ew bi şebekeyên jêrxaneyê ve girêdan. Em armanc dikin ku di demeke herî kurt de xebatên xwe biqedînin. Xebat ji ber pirsgirêkên binesaziyê bi zehmetî dimeşin. Em ji ber nerehetiya ku me daye welatiyên xwe lêborînê dixwazin; lê dema ku xebat biqedin, wê çareseriyek mayîndetir hatibe kirin. Dema baran bibare wê rê nêyên girtin. Di dema şevê de jî ronahîkirina rêyê wê bê dabînkirin."

Çetinkaya bal kişand ser ku herêm xwedî herikeke trafîkê ya zêde ye û anî ziman ku di çarçoveya xebatê de li şûna ku rê bi temamî bê girtin, wan ji bo ku herika trafîkê neyê astengkirin, li her qonaxê xebitîne.

Çetinkaya diyar kir ku ji îro pê ve wan ji Qonaxa Qantarê ve dest bi xebatên bingehîn kirine û piştre wê tebeqeya bingehîn û xebatên asfalta germ werin kirin.

'Rêyên bisîkletan wê hebin'

Çetinkaya anî ziman ku ligel sererastkirinên peyzajê yên nû, wê teraş, tofên deviyan û darên nû werin çandin û wiha got: "Li ser rêya 1,1 kîlometre, em plan dikin ku bi giştî 200 dara çinarê biçînin. 65 stûnên ronahiyê yên xemilandî, 14 hezar metrekare peyarêya bazaltê wê were çêkirin. Li ser vê rêyê em plan dikin ku 3 tebeqe asfalta germ bikin. Wê rêyên me yên bisîkletan hebin. Rêyên bisîkletan wê bi delînatoran ji trafîka wesayîtan cuda bên kirin û bi vî awayî ewlehiya ajokarên bisîkletan wê bê dabînkirin."

 

Image Gallery