Bernameya perwerdehiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku ji bo bihêzkirina jinan di warên teknîkî de û zêdekirina dîtina wan di van qadan de hat destpêkirin, û tê de parastin û tamîrkirina klîma, kombî û petekan, herwiha sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan tê fêrkirin, eleqeyeke mezin dît.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameyên xwe yên piştgirîkirina wekheviya zayendî didomîne. Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Jin û Malbatê, di 1'ê Tîrmehê de bernameyek perwerdehiyê di warên parastin û tamîrkirina klîma, kombî û petekan, herwiha sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan de da destpêkirin. Armanc ew e ku jin di jiyana rojane de serbixwe bibin û di qada pîşeyî de bihêz bibin. Perwerdeya ku li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyolu tê dayîn, eleqeyeke mezin ji aliyê jinan ve dît û 30 jinan ji vê bernameya perwerdeya pratîkî sûd wergirtin ku dê 2 mehan bidome. Di dawiya bernameyê de dê belgeyên beşdariyê ji beşdaran re bên dayîn.
Jinên ku beşdarî kursê bûn û Seroka Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, derbarê kursê de nirxandinên xwe kirin.
'Ez eleqedarî karên teknîkî me'
Yek ji kursiyeran, Birsen Duz, diyar kir ku kurs ji wan re gelek feyde peyda kiriye û spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir. Duz anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve eleqedarî warên teknîkî ye û got, "Gava cîranên min, xizmên min karên derbarê tesisat û elektrîkê de, pirsgirêkên wan hebûn, ez her dem diçûm cem wan. Hewesa min ji van karan re heye. Mînak, dotmama min got 'Were vir karê dirûtin û nîqşkirinê, terzîtiyê heye' lê hewesa min ji karên wiha re tune. Dibêjin ev karê mêran e lê ez dikarim di sanayiyê de jî bixebitim."
'Jin dikarin her tiştî bikin'
Çîgdem Demîr jî anî ziman ku bi tiştên ku di kursê de fêr bûye dê bersivê bide gelek hewcedariyên di vî warî de û destnîşan kir ku jin dikarin her karî bikin. Demîr got, "Jin dikarin bibin şofêr, dikarin bibin înşaetkar, dikarin bibin boyaxçî, dikarin bibin klîmafiroş. Jinek dikare her pîşeyî bike."
'Bi guhdarîkirina jinan em rê didin xebatên xwe'
Seroka Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer jî diyar kir ku Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ji roja ku hatiye damezrandin ve, bi guhdarîkirina daxwazên jinan rê daye xebatên xwe. Gurbuz Sumer bal kişand ser wê yekê ku jin bi rolên klasîk û zayendî yên ku hin komên pîşeyî xurt dikin, hatine hevgirtin û got, "Daxwazên cuda yên kursan hebûn ku hem kapasîteyên jinan zêde bikin û hem jî di warê qadên pîşeyên nû de derfetekê bidin. Li Amedê, me li ser komên pîşeyî yên ku dibe ku hewce bibin û agahdariya teknîkî hewce dikin, sekinîn. Li bajêr, parastina klîma û kombî gelek dihat tercîhkirin û qadek bû ku jin gelek jê dûr disekinîn. Ji ber vê yekê me biryar da ku em berê xwe bidin vî warî."
Belgeya beşdariyê dê bê dayîn
Sumer diyar kir ku niha 2 sinif hatine vekirin û anî ziman ku perwerdehî ji aliyê kadroyên pispor ên ku di şaredariyê de dixebitin ve têne dayîn. Wê got, "Ji bo naverokên perwerdehiyê her hefte materyal hatin amadekirin. Materyalên gotinî dê bêne belavkirin û di dawiya perwerdehiyê de belgeya beşdariyê dê bê dayîn."
'Eleqeya zêde hêzê dide me'
Sumer anî ziman ku eleqeya zêde ya jinan ji kursê re hêzê dide wan û wiha pê de çû: "Têgihiştinek heye ku jin di hin qadan de nikarin bixebitin û di van qadan de kar nekin. Şikandina vê têgihiştinê ji bo me pir girîng e. Dibe ku hemî hevalên me yên jin di dawiya kursê de di vî warî de pîşeyek bi dest nexin lê ya girîng ew e ku nîşan bidin ku wan ew karîbûn. Ev jî bi gelemperî ji aliyê pir kesan ve hat gotin. Ew ê di vî warî de xwedî baweriyekê bibin û ji ber vê yekê wan ev yek pir girîng dît. Di nava malê de di karên ku wek 'karê mêran' têne dîtin de serbixwebûn û ne girêdayî mêrekî bûn girîng e. Ev ne tenê pîşesazîbûn e di heman demê de xebatek e ku dikare hişmendiya civakî jî biafirîne. Li gel vê yekê, xebatên me yên ji bo hişmendî û pîşesazîbûnê dê bidomin. Em difikirin ku berê xwe bidin gelek komên pîşeyî yên ku 'mêranî' bûne; ji warên teknîkî bigire heya warên çandiniyê û warên hunerî."