Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgirîkirina pêşketina futbolîstên ciwan, biryar da ku beşdarî Lîgên Pêşketinê bibe, ku ji aliyê Rêveberiya Pêşketina Futbolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ve têne organîzekirin.
Diyarbakir Buyukşehir Belediyespor, ku di nava Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Sporê de fealiyet dike, ji bo beşdarbûna Lîgên Pêşketinê di kategoriyên temenî yên U14, U15 û U19 de ji bo demsala 2024-2025'an, nameyek sozdayînê pêşkêşî Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê kir.
Lîgên Pêşketina Futbolê, wekî rêxistineke lîgê ya taybetî têne dîtin ku tê de tîmên U14, U15, U16, U17 û U19 yên klûbên futbolê yên profesyonel cih digirin. Armanca van lîgan ew e ku lîstikvanên ciwan di şert û mercên guncav de futbolê bilîzin û pêş bikevin. Bi saya van lîgan, sporvanên ciwan hem fersendê ji bo pêşketina werzîşî peyda dikin û hem jî ji bo jiyana xwe ya futbolê ya profesyonel bingehek zexm datînin.
Midûriyeta Xizmetên Ciwanî û Sporê, ku xebatên xwe yên ji bo keşfkirin, pêşxistin û piştgirîkirina jêhatiyên ciwan bê navber didomîne, armanc dike ku bi van lîgan, futbolîstên ciwan ên bajêr xwe di asta neteweyî de nîşan bidin û ji bo lîgên ast-bilindtir amade bibin.