Print this page

Agirkuj Haydar Oz ber be rêwîtiya xwe ya ebedî ve hate şandin

Li navçeya Erxeniyê, Agirkuj Haydar Oz, ku dema diçû ser mudaxeleya şewatekê di qezayekê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmeke ku Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdar bûn, hate veşartin.

Li navçeya Erxeniya Amedê, di 28'ê Tîrmehê de, dema ku 3 agirkuj diçûn vemirandina şewata daristanî ya li Taxa Qelemdanê, wesayîta Midûriyeta Agirkujiyê qulipî û 3 agirkuj birîndar bûn. Agirkujên birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê hatin dermankirin. Agirkuj Haydar Oz (39), ku rewşa wî giran bû, sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil hat kirin û neştergerî lê hat kirin. Tevî hemû mudaxeleyan jî Haydar Oz jiyana xwe ji dest da.

Ji bo Haydar Oz li navçeya Erxeniyê merasîmeke cenaze hat lidarxistin. Di merasîma li Goristana Gulbaranê de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên malbatê, Hevşaredarên Şaredariya Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldiken, Alîkarê Sekreterê Giştî Serdar Bakiroglu, serokên daîreyan, endamên meclisê û xebatkarên Midûriyeta Agirkujiyê amade bûn.

Piştî pêkanîna wezîbeyên dînî, cenazeyê Haydar Oz hate veşartin.

Hevşaredar Bucak û Hatun, piştî merasîmê derbasî Mala Şînê ya Hacî Necla Sever a Şaredariya Erxeniyê bûn û sersaxî ji malbatê re xwestin.

 

Image Gallery