Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwendekarên ku dixwazin têkevin îmtîhanên Beden Dibistana Bilind a Perwerdeta Sporê (BESYO) belaş amade dike.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanî û Sporê, bi dirûşma “Ciwanî Pêşeroj e” ji bo piştgiriyê bide ciwanan, kursên belaş li dar dixe. Yek ji van kursan jî yên amadekirina îmtîhanên BESYOyê ne. Kurs li Salona Werzîşê ya Şaredariya Rezanê (Baxlar) ji aliyê rahênerên profesyonel ve hefteyê 6 rojan têne dayîn.
Hişyariya li dijî madeyên hişber
Her wiha rahênerên Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekarên beşdarî kursê bûne, der barê tiryak û hişberê de xebatên hişyariyê dikin. Rahêner, xwendekaran der barê hişyarî û baldarkirina li dijî tiryak û hişberê de agahdar dikin û bi motoya “Nebe tiryakî, azad be” xebatên hişyariyê dimeşînin.