Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li taxên Şolen, Ahmetli, Salihli, Selman û Sincik ên Erxenî "Çalakiyên Zarokan ên Gundan" li dar xist.
"Çalakiyên Zarokan ên Gundan” ku ji hêla Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ve hat organîzekirin û bi armanca ku zarok di betlaneya havînê de bi awayekî kêfxweşî sudê bigrin, pêk hat.
Atolyeyên zarokan ji çandî, hunerî û pêşandan û pêşkêşkirinên şanoyê û li taxên gundewarî yên Erxeniyê bi beşdarbûnek zêde çalakî pêk tên.
Çalakî, di 23ê Tîrmehê de li Taxa Akbulak a ku bi navçeya Qulpê ve girêdayî dest pê kir, di 28ê Tîrmehê de li Taxa Ahmetlî ya ku bi Erxeniyê ve girêdayî, berdewam kir û li taxên Şolen, Salihli, Selman û Sincikê berdewam kir. Çalakiyên ku dê li 20 cihan cuda were lidarxistin, dê di 6ê Tebaxê de li Hênê, taxên Çardakliyê û di 7ê Tebaxê de li Gurbuzê, di 8ê Tebaxê de li Kavacikê, di 9ê Tebaxê de li Bismilê, taxên Ambarê, di 10ê Tebaxê de li Çeltikliyê, di 11ê Tebaxê de li Kazanciyê û di 12ê Tebaxê de li Çavuşluyê, di 13ê Tebaxê de li Çinarê, Karaçevreyê û di 14ê Tebaxê de li Yazçiçegi û Ovabagê wê berdewam bikin. Çalakî dê di 16ê Tebaxê de li navçeya Licê bi atolye û pêşandanên şanoyê bi dawî bibe.