Print this page

Meclîsa DBB’ê ji bo Serokatiya Daîreya Veterîneran biryar da

Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê ji bo tenduristiya ajalan, xizmetên veterîneriyê û ji bo parastina ajalên kolanan, ji bo xebat zûtir û kêrhatîtir bên kirin, ji bo avakirina Serokatiya Daîreya Veterîneran, biryar da. 

Danişîna duyemîn a civîna asayî ya meha tebaxê ya Meclîsa Şaredariya Mezin a Amedê, bi Serokvekîlya Meclîsê ya Evin Yelboga biryar hat girtin. Civîn, li avahiya xizmetên Şaredariya Mezin hat lidarxistin û endamên meclîsê beşdar bûn. Di civînê de, madeyên rojevê hat niqaşkirin û biryarek girîng hat stendin.

Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo ku xizmetên veterîneriyê bi awayekî bi bandor û rêk û pêk bê dayîn, biryara avakirinê yekser û nû hat dayîn. Meclîsa Şaredariyê, avakirina Serokatiya Daîreya Veterîneran bi yekdengî qebûl kir.

Serokatiya daîreya nû dê bi karê tenduristiyabxizmetên veterîneriyê, parastina ajalên kolanan û pêwendiya xebatên zûtir û kêrhatîtir bike.

 

Image Gallery