Print this page

Standa Çareseriyê ya di Cih de li Kolana Hunerê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Standa Çareseriyê ya di Cih de ku li Kolana Hunerê ya navçeya Yenîşehîrê ava kiriye, guh dide daxwaz û pêşniyarên welatiyan ên derbarê xizmetên şaredariyê de.

Daîreya, Weşan,Çapemenî û Têkiliyên bi gel re hewlên xwe yên ji bo başkirina rêbazên xwegihîştandin û ragihandinê ji bo rêveberiya şaredariyê bi beşdar didomîne. Ji bo vê armancê, daîreyê li Kolana Hunerê ya li Taxa Ofîsê ya Yenîşehîrê Standa Çareseriyê ya di Cih de vekir. Xebatkarên li stantê guh dan daxwazên gel û li ser pêşniyarên wan not girtin. Her wiha di çarçoveya anketekê de li ser bandora giştî û têgihîştina xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin ji welatiyan li ser hêviyên wan ji şaredariyê jî pirsî.

Standa Çareseriyê ya di Cih de, ku dê hefteyekê li Kolana Hunerê vekirî bimîne, dê guh bide daxwazên welatiyan.

Berîvan Gûneş, Seroka Daîreya Weşan, Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re, agahdarî li ser xebatên Standa Çareseriyê ya di Cih de da û diyar kir ku bi xebatkarên xwe guh dan nerîn û pêşniyarên gel û li ser daxwazên wan not girtin.

Em ji bo guhdarîkirina raya giştî standekê vedikin

Guneş tekez kir ku ew hewl didin ku di dema xebatên xwe yên standan de pêşniyar û daxwazên welatiyan bicîh bînin û got: "Wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, em xebatên xwe yên standan didomînin da ku guh bidin daxwaz, pêşniyar, projeyên welatiyên xwe, an jî her fikarên wan. Me berê li gelek deverên bajêr stand danîbûn da ku pêşniyar û daxwazên welatiyên xwe çareser bikin. Niha, standa me dê hefteyekê li Kolana Sanatê berdewam bike."

Guneş rave kir ku di dema van standan de, ew xizmetên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî bersiva daxwaz û pêşniyarên welatiyan kiriye,  pêşkêş dike, rave dikin û bultena çapemeniyê jî didin nasîn. herwiha li serî zêde kir, "Wekî Şaredariya Bajarê Mezin, em Bultena çapemeniyê ya ku em bi awayekî periyodîk diweşînin li welatiyên xwe belav dikin. Ev dihêle ku welatiyên me bi hêsanî ji çalakiyên Şaredariya Bajarê Mezin hayedar bibin."

Image Gallery