Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucak, li ser serdana ku di navbera 7-10 Tebaxê de li Japonyayê kirî, di civîna meclisa şaredariyê de agahî da.
Civîna sêyemîn a meha Tebaxê ya Meclisa Şaredariya Mezin a Amedê li avahiya xizmetên şaredariyê hat kirin. Bi rêvebirina Hevseroka Şaredariya Mezin Sera Bucak, endamên meclisê jî beşdarî civînê bûn.
Hevserok Sera Bucakê, li ser geryana ku di navbera 7-10 Tebaxê de li Japonyayê kiribû, di civîna Meclisê de agahî da.
‘Li ser navê şarevanî û bajêr me agahî pêşkêş kir’
Hevserok Bucakê; di dema geryana Japonyayê de gelek pêşkêşî û xebatên wan hebûn ku wiha ragihand; “Wekî ku hûn jî dizanin hefteya borî bi endamê meclisa me, Umut Aytaçî re li ser navê Åžaredariya Mezin a Amedê serdanek li bajêrên Japonyayê HiroÅŸima û Nagazakiyê çêbû û bajarê xwe me temsîl kir. Di vê serdana xwe de hem destpêkê tevlî bernameya bîranînê ya 80emîn salvegera bombeyên etomî yên li HiroÅŸima û Nagazakiyê hatî avêtin, hem jî beÅŸdarî Konferansa GiÅŸtî ya Tora Åžaredarên ji bo AÅŸtiyê ya li bajarê Nagazakiyê bûn. Åžaredariya me ya Mezin, ev nêzî 15 sal in ku wek endamê Tora Åžaredarên ji bo AÅŸtiyê dixebitin. Li civîna ku 3 rojan domiya, em li ser navê Åžaredariya Mezin û bajêr axivî û me agahî pêşkêş kir. Di vê pêşkêşiya me de xebatên civakî, jin, pirzimanî û pirçandî yên ku em ji bo aÅŸtiyê li bajêr me kirî, anî zimên û xebatên hevpar ên ku em bi hemû bajêran ên endamên Tora Åžaredarên ji bo AÅŸtiyê re dê pêş bixin jî, me anî zimên. Dîsa derfetên me yên guhdarkirina xebatên hevpar yên ji bo aÅŸtiyê jî çêbû. Me sûd ji cerebeyên xebatên wan ên ku ji bo aÅŸtiyê ên hevpar girt. Di pêvajoyên pêşerojê, me sozên peymana hin xebatên şênber ên ku li ser bajêrên Nagazakî û HiroÅŸimayê dan hev.Â
‘Ji bo xebatên me bû ceribandinekî ronî’
Hevserok Bucakê got ku; di vê serdana ku ji bo wan, şeref û serbilindinek mezin e, wiha got: Beriya 80 salan li hemberî êşên jiyana mirovahiyê bê rawestîn, xebatên aştiyê, xizmetên herêmî û bajaran kirine. Li navendê xebatên xwe yên ji bo aştiyê li ser bingeha avakirina civakek demokratîk, li erdnîgariya xwe serdestkirin û derfeta şopandina xebatên şaredariyan yên her du bajêran ji nêz ve dît. Hevserok Bucak, ev serdane bû cerebe û wê li ser hemû xebatên me yên li ser bingeha guherîna hiqûqî, demokratîk û azadiyê bibe ronahî û pêşxistin. Piştî axaftina Hevserok Bucak, danişîna Meclisê bi nîqaşkirina rojevê dawî bû.