Şaredariya Mezin a Amedê, li gundên Gurbeliya Lîcê û Qamişliya Qulpê xebata hişyariya li dijî tundiya li ser jinan pêk anî.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, bi hevkariya Şaredariya Lîcê û Şaredariya Qulpê, li gundên li navçeya Lîceyê û li navçeya Qulpê Qamişliyê bi jinan re civîn pêk anî û balê kişandin li ser tundiya li hemberî jinan.
Mekanîzmayên serlêdanê hatin nirxandin.
Di nav vê xebatê de mijarên wekheviya zayendî, her cure tundî,,plana ewlehiyê û mekanîzmayên serlêdanê hatin nirxandin. Dema ku bi jinan re li ser rêyên çareseriyê nirxandin hat kirin, agahiyên mekanîzmayên ku dikarin ji bo ketina maddeyan bên bikar anîn jî hat parvekirin.