Print this page

Tîmên ŞMA, mudaxaleya agirê ku li sê navçeyan pêketî, dike.

Hemû tîmên Şaredariya Mezin a Amedê, ji agirê daristanê yê ku li Hênê dest pê kirî û ber bi Licê, û Karazê ve belav bûyî re mudaxeleyê dike. Hevserokên me Sera Bucak û Dogan Hatun jî çûn devera agirî. 

Serokatiya Agirkujiyê, li dijî agirê daristanê ya ku îro dest pê kir û bi zoriyên rewşa têketina zeviyan a wesayîtan re jî xebatên vemirandinê didomînin.

Hevserok çûn devera agirî

Hevserokên Şaredariya Mezin Sera Bucak û Dogan Hatun, ji bo koordinekirina xebatên vemirandina agirî çûn herêmê.

Dema ku Serokatiya Agirkujiyê bi hemû wesayît û personelên xwe ve mudexeleya agirê ku bi bandora bayê belav dibe, dikir di heman demê de Rêveberiya Giştî ya DİSKİ’yê û Serokatiya Park û Bahçeyan jî hemû tankerên avê yên ku di navenda bajêr de xizmet dikin, şandin devera agirî. 

Tîman, ji bo cihên niştecihbûnê rewşekî xiraptir dernekeve holê, tedbîr girtin

Serokatiya Agirkujiyê, di heman demê de gazî hemû personelên xwe yên ku li betlaneyê kir da ku bên li ser kar.

Image Gallery