Li Lîcê, Hênê û Karazê agira ku berdewam dike. Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi 12 wesayitên agirkujiyê, 4 tanker û 66 karmendên xwe dest bi mudexeleyê kiriye. Hevserok Sera Bucak û Dogan Hatun, di nava heyetekê de li taxa Seynek a ku bi Lîcê ve girêdayî, xebatên vemirandina agirî ji cihî diÅŸopane.Â
Li gundên Lîce û Hênê yên Amedê, agirê daristanê danê êvarî dest pê kir û bi bandora bayê li gelek gundan belav bû. Dema ku xebatên kontrolkirina agirî berdewam dikir, tîman jî bi awayekî girse ji erdê ve mudexale dikir.
Agirî li taxên Lîcê yên wekî Arikli, Durî, Uçarlî, Ziyaret, Sêrîn, Argul û Kiliçliyê û li taxên Hênê jî yên wekî Gomeç û Gurbuzê bandor kir û 3 welatî jî ji duyê agirî bandor bûn. PiÅŸtî mudexeleya yekemîn 3 welatî jî tabîrcî bûn.Â
Li herêmê, wesayîtên ku nikarin têkevin zeviyê, gundî bi traktoran û tankerên avê mudexeleyê dikin. Hin cotkaran bi traktoran li ser axê cot kirin ku pêşveçûna agirî rawestînin.Â
Ji bo agirî, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi 12 wesayîtên agirkujiyê, 4 tanker û 66 karmendên xwe mudexaleyê dike. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun, hevserokên şaredariyên Karaz, Hênê û Licê û Parlamenterê Partiya DEMê yê Amedê Serhat Eren di nava heyetekê de li gundên ku di bin aloziya agirî de ne, li Licê serdana wan kirin û bûyer ji nêz şopandin.
Li taxa Seynekê yê Licê , welatî ji gundên derdorê hatin ba hev û bi Hevserokan re xebatên vemirandina agirî koordine dikin.
Hevserokan got ku; Ji ber şev bû niha ji hewayê mudexele nayê kirin û helikopterên ku ji bo piştgiriya hewayî hatine xwestin lê ji ber ku ew li Adana û Adiyamanê ne, nehatine şandin.
Lêkolînên Hevserokên ku li herêmê ne, berdewam dile û xebatên mudexeleya tîmên agirkujiyê jî bê navber berdewam dike.