Agirê ku duh li navçeyên Lîce û Hênê pê ketî, bi rêveberiya Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun û tîman agirkujiyê di saetên şevê de hat vemirandin.
Agirê daristanê yê ku duh li navçeyên Lîce û Hênê, yên Amedê dest pê kir, bi bandora bayê li gelek taxan belav bû. Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Sera Bucak û Dogan Hatun, çûn herêmê, bi rêveberiya wan û tîmên ku girêdayî Serokatiya Daîreya Agirkujiyê, tankên avê yên Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalizasyona Amedê (DİSKİ) dest bi vemirandina agirê ku li navçeya li Licê, taxên ku wekî Arîklî, Durû, Uçarlî, Ziyaret, Serîn, Argûl, Kilîçlî û li navçeya Hênê jî li taxên wekî Gomeç û Gurbûz belav bibû, kirin.
Bi encamê xebatên ku tîmên Rêveberiya Kar û Barên Daristanê jî tevlî bûn, agir di saetên şevê de hat kontrolkirin û hat vemirandin.
Piştî vemirandina agirî, hemû tîmên Şaredariya Mezin a Amedê ji herêmê vekişîyan.